Tirkiye piştgirê sereke yê çeteyan e

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:15

DÎCLE EHMED / ANHA / MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, Heyet Tehrîr El Şamê, ji destpêka Îlonê ve bi awayekî hovane êrişê rojava û bakurê Minbicê û rojhilatê Babê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Babê, hêzên Cebhet El Ekrad û Şoreşgerên Idlibê bersiva wan êrişan dan û derbên giran li çeteyan dan. Hewldanên wan ku derbasî herêmê bibin, têk birin.

Em jî eşîr in wan nas dikin

Ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad ê li eniyên rojhilatê Babê cih girtiye, Ebû Ebdo Kefer Sixîr têkildarî êrişên li herêmê axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 10 rojan e, di bin navê eşîran de êrişê rojhilatê Babê, gundên bakur û rojavayê Minbicê dike. Lê em tevahî eşîr in, taybetmendiyên eşîran baş dizanin û rastiya wan nas dikin. Rêbaz û çekên giran ên çete bi kar tînin, rastiya terora wan û dewletên ku destekê didin wan nîşan dide.”

Sembolên Tirkan li ser cenazeyan bû

Di dewamê de Ebû Ebdo wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker piştevanê sereke ya wan çeteyan e. Ew ji wan re çek, pere û moşekan pêşkêş dike. Em li hember çeteyên Ehrar El Şerqiye, Heyet Tehrîr El Şam li ber xwe didin. Cenazeyên li ber destê me, van rastiyan piştrast dikin. Li ser cilên wan sembol û nîşaneyên wan hebûn. Wesayîtên ku me wêran kirine, navên wan komên çeteyan li ser hebûn.”

Ebû Ebdo detayên êrişên li gundewarê Babê eşkere kirin û got: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 caran êrişê gundê El Bûyhic kir. Herî dawî, êrişê gundê El Bogazê kir. Lê hêzên me bersiva wan êrişan da û derbên giran li wan kir. Çeteyan piştî ku nekarî pêş bikevin, reviyan çek û cebilxane û cenazeyên xwe li dû xwe hiştin.”

Heta rizgariyê têdikoşin

Ebû Ebdo eşkere kir ku hêzên wan li hember tevahî êrişan amade ne û got: “Ji damezirandina Cebhet El Ekrad sala 2013`an ve, ev hêz li hember çeteyan li ber xwe dide û li ser heman rêgezê ye. Parastina ax û gelê me bingeha têkoşîna me ye.” Ebû Ebdo destnîşan kir ku Cebhet El Ekrad li Girê Spî, Heleb, Reqa û Serêkaniyê şerê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kir û li wan herêman ew têk bir û serkeftin bi dest xist.

Di dawiyê de Ebû Ebdo Kefer Sixîr destnîşan kir ku ew ê bi ser kevin, ew ê her hêzeke ku dest li ewlehiya herêmê werdide tine bikin û got: “Têkoşîna me heta rizgarkirina tevahî herêman û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên ji welêt, berdewam e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.