Tirkiye dinyayê diavêje nava agir

În 25 Mijdar 2022 - 01:24

  • QSD: 8 şervanên me yên hêzên parastina kampê şehîd bûn. Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Armanca dewleta dagirker ew bû ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji kampê bên revandin.

QSD’ê doh bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Mijdarê ragihandin. QSD’ê da zanîn ku êriş li dijî 116 gund û bajaran çêbûne û 2 şervanên wan û endamekî Asayîşê şehîd bûne. Her wiha tevî 2 leşkerên hikumeta Şamê bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

QSD´ê bi daxuyaniyeke din jî behsa êrişa dewleta Tirk a li dijî hêzên wan ên parastina Kampa Holê kir û got, di êrişê de 8 şervanên wê şehîd bûne. QSD´ê da zanîn ku armanca vê êrişê ew e ku DAIŞ´ê û malbatên wan birevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 23’yê Mijdarê eşkere kir.

 

Dewleta Tirk sûcê şer dike

QSD´ê got, “Dagirkeriya Tirk bi êrişên ser binesaziya heremê sûcekî şer ê navdewletî dike, bi balafiran destekê dide DAIŞ’ê û dixwaze çeteyên wî ji zindan û kampan birevîne, bi êrişên ser kampa Holê û zindana Çirkînê ev zelal bû.

Doh (pêr) dagirkeriya Tirk bêhtirî 116 gund û bajarok li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin armanc, balafirên şer û keşfê û çekên giran bi kar anîn, niyeta wê ya komkujiyan li ber çavan e. Ev sûcên dagirkeriyê wê bê bersiv nemînin û em ê gelê xwe biparêzin.

 

Bîlançoya 23 Mijdarê

Li Efrînê:

Gundên Meyasê, Birc Qasê, Soxanekê, Aqibê, Bênê, Merenazê, Malikiyê, Tinnib, Tat maraş, Kiştear, û Elqemiye bi 208 roketên obusê û 150 guleyên topan hatin armanckirin.

Li Tepê Meyasê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Til Rifat, Til Madiq, Hesacêk, Samuqa, Til Cîcan, Til Eyneb, Bêluniyê, Eyn Deqnê, Hirbilê, Şêx Îs, Minix 267 roketên obusê û 65 guleyên topan hatin armanckirin.

 

Li Cizîrê:

Til Temir;

Bi balafirên keşfê li gundê El Hemra xistin. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.

Til Leben, Gozeliyê bi 9 roketên obusê hatin armanckirin.

Amûdê;

Gundên Til Kêf, Şor, Hasidiye, Hemdûn, Tûkê, Xerezê, Bobî, Dada Ebdal û Til Werd  bi 33 roketên hewan û doçka hatin armanckirin.

Gundê Zêdiyê bi balafirên keşfê hat armanckirin.

Gundê Mehermela 2 caran bi balafirên keşfê hat armanckirin.

Zirgan û gundê Ibrahimiyê rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

Rêbendek Asayîşê li Zirganê, bi droneke xwekuj hate armancgirtin. Endamekî Asayîşê şehîd bû, 3 endam jî birîndar bûn.

Qamişlo;

Li hemberî seyareyeke sivîl êrişa keşfê pêk hat.

Li hember cihekî sivîl êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn.

Şirketa Ode ya gazê, bi 6 roketên obus hate armanckirin, şewat derket û ziyana madî çêbû.

Gundên Til Cîhan û Mele Ebas rastî êrişa balafirên şer hatin.

Til Xatun, Hîmo, Embara, Zindana Çerkîn, Nafkirê, depoyê genim a Qenat Siwês, Til Faris, Taxa Hilko, Til Şeîr, rêya Elî Fero bi 21 roketên obus, roketeke hewanê hatin armanckirin.

Bîra neftê (di navbera gundên Dêrna Qilinga – Gir Hesenak) û bîra nêzî gundê Mehşûqê, gundên Enbara, Girê Siwar, Elî Fero bi obus û hewanan hatin armanckirin.

Li gundê Elî Fero seyareyeke sivîlan hat armanckirin û ziyanên madî çêbûn.

Gundê Mizgefta (stasyona elektrîkê), gundê Ewda (cihê belavkirina mazotê) rastî êrişa dronan hatin.

Li Gundê Rotan ê Tirbesipiyê, li hember akademiya Hêzên Sotoro êrişa dronan pêk hat.

Dêrik;

Li hember cihê mazotê yê di navbera gundên Girhok û Alî Axayê yên navçeya Til Koçerê 4 caran êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn.

Gundê Koçerat rastî êrişa balafirên şer hat.

Li hember cihê mazotê li gundê Siwêdiyê, nêzî meheta Siwêdiyê, cihê mazotê li gundê Eltifla, gundê girkehfik êrişa balafirên şer pêk hat. Zirarên madî çêbûn.

Gundên Derzîxan, Mesref, Girê Pirê (Tirbespiyê) li hember cihê mazotê, nêzî gundê Alî Qaso, gundê Mehşuqê (Çilaxa) û nêzî gundê Şirikê êrişa dronan pêk hat.

Gundên Xaneserê û Girêreş rastî êrişa obus û hewanan hatin.

 

Ji bo DAIŞ´ê rizgar bikin êriş kirin

Hol;

Hêzên ewlehiyê yên Kampa holê 3 caran rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên şer û dronan li dijî hêzên parastina Kampa Holê û zindana Çerkînê li Qamişloyê yên ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan tê de hene, êriş kirin.

Di encama van êrîşan de 8 şervanên me yên hêzên parastina kampê şehîd bûn. Ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn. Jixwe armanca dewleta dagirker ew bû ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞ`ê zindî bibe.

Ev plan ji bo herêmên me û ji bo tevahiya cîhanê xetereke pirr mezin e. Li hember van êrişan dewletên navneteweyî bêdeng in, heger ev xeter mezintir bibe, berpisyarê wê dê bêdengiya van dewletan be.

 

Herêma Firatê:

Kobanê;

Gundên Zormexar, Gultib, Qeremox, Xan, Xirbîsan, Cîşan, bajarokê Şiyûx, Girê Ehmed Minîr, Goran, Xirbîsan, Cîşan, Eşma, Çarixlî, Zorava, Siftek, rastî êrişên tank, obus û hewanan hatin.

Girê Spî;

Gundên Seyda, Dibis, Girêxan, Zenubiya rastî êrişa bi tank, obus û hewanan hatin.

Reqa;

Gundên Fatisa, Reqa 11, Reqa 4, Xwaringeha Nexîl rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Minbic;

Gundên Elseyda, Dendeniya, Toxar, Ewn Dadat, El Kawiklî, El Hoşeriye, Qert, Êran û Cat rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Sirîn;

Gundê Qerareşk rastî êrişa dronan hat.

Tirwaziye;

Gundên Um El Beramîl, bajaroka Kenterî, Tirwaziyê rastî êrişên bi tank, obus û hewanan hatin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.