- Di çalakiyan de Kurdan ji hikûmeta Elman xwest, demildest sewqiyatên çekan ên ji bo Tirkiyeyê, hemûyan rawestine.
Li gelek bajarên Ewrûpayê, nexasim jî li Elmanyayê Kurd û dostên wan daketin meydanan û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rêveberiya xwe Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyan de Kurdan ji hikûmeta Elman xwest, demildest sewqiyatên çekan ên ji bo Tirkiyeyê, hemûyan rawestine.
BERLÎN: Kurd û dostên wan li ser banga Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan Dest-Dan û nûneriya PYD’ê ya Berlînê, li Alexanderplatzê hatin ba hev, heta bi Balyozxaneya Rûs a li Brandenburger Torê meşiyan. Komîteya Amadekar a Meşê peyam da û got, “Li dijî dagirkirina Kurdistanê ya Tirkiyeyê parastina Rojava bike. Hikûmeta Tirk di vî şerî de ne bi tena serê xwe ye. Ji aliyê leşkerî ve girêdayê NATO’yê û aborî jî bi taybetî girêdayî Elmanyayê ye.
Çalakiyên mezin ên leşkerî bi hevpeymanên xwe re koordîne dike. Em dizanin ku em heta zexteke baş li hikûmeta Elman nekin, ew ê helwêsta xwe zelal neke.” Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Elman jî hat kirin û îşaret bi peymana ji bo çekan a hikûmeta Elman bi rejîma Erdogan re hat kirin û hat xwestin ku dawî li sewqkirina çekan ji bo Tirkiyeyê bê anîn.
HANNOVER: Kurd û dostên wan li ber Hauptbahnbofa Hannoverê hatin ba hev û ji bo prostestokirina êrîşên li ser Rojava mîtîng û meş li dar xistin. Di mîtinga beriya meşê de hat gotin, “Divê em li dijî vê êrişa nemerdane ya li ser Rojava, bibin yek deng. Bêdengbûn, hevkariya sûc e. Bêdengî dikuje, êdî vê yekê bibînin. Divê partî û rêxistin hemû bibin yek û bertekên xwe deynin holê.”
KIEL: Li ber stasyona trenê ya navenda Kielê ji bo protestokirina êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Rojava, çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Kurdên li Kiel û derdora wê, Komeleya Elewî ya Kielê, Jiyana Jin a Kielê, Kiel Antîfa, Defend Kurdistan û dostên Kurdan ên Elman tev li çalakiya NCDK a Kielê bûn. Xwepêşanderan got, NY û YE bi bêdengiya xwe di qetilkirina Kurdan de xwedî rol in.
STUTTGART: Înîsiyatîfa Defend Rojava, bi şîara “Rojava biparêze”, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi mîtîngê şermezar kirin. Xwepêşanderan xwest, qada hewayî li dewleta Tirk a dagirker bê girtin.
DARMSTADT: Kurd û dostên wan li vî bajarê Elmanyayê, bi şîara “Rojava biparêze” meşiyan. Xelk li ber stasyona trenê ya navendî ya Darmstadtê (HBF) dest bi meşê kir, dirûşmeya “NATO fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike” got û têkiliya dewleta Elman a bi dewleta Tirk re teşhîr kir. Meş li Luisenplatzê veguherî mîtîngê. Li vir Faysal Sariyildiz got, “Saet nîne ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûc neke û zarokên Kurd qetil neke. Dewleta Tirk, di şerê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne de, çekên kîmyewî bi kar tîne û di encama bombebarana li Hesekê de, zarokên dibistanan qetil kirin.”
DUSSELDORF: Gelek Kurd û dostên wan li paytexta NRW´ê êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojava û Başûr rûreş kirin. Wan nerazîbpna xwe li bêdengî û hevkariya spûc a NATO û dewletên Ewrûpayê nîşan da û got, “dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Kurdan qetil dike”, “Bila qada hewayî ya Rojava bê girtin”.
FREIBURG: Bi sedan Kurd ji bo protestokirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li vî bajarê başûrê Elmanyayê, bi dirûşmeya “Rojava biparêze” li meydanan bûn. Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Freiburgê, Mewal Mihemmed got, “Armanca dewleta Tirk, bi piştgiriya Rûsya û Îranê dagirkirina tevahiya Rojava ye û bike ku terka cih û warê xwe bike û herêmê bê îstîqrar bike. Em Kurdên li Ewrûpayê daxwaz dikin ku qada hewayî ya Rojava li delwêeta Tirk bê girtin.”
SAARBRUCKEN: Mîtîngek li ber Eurogaleriayê hat lidarxistin. Li ser navê Komîteya Rojava, Dexil Rojava got, “Dewleta Tirk bûye dewleta mafyayê.”
MANTES LA JOLIE: Li herêma Mantes la jolie ya Fransayê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê, hatin protestokirin. Kurd bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Mantes la jolie, li ber avahiya Operayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” gotin. Wan bêdengiya raya giştî, YE, CPT û OPCW a li hemberî êrişên li ser sivîlên li Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî herêmên gerîla şermezar kir.
ZURICH: Li bajarê Swîsreyê Zurichê, rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin ba hev, mîtîng li dar xistin li dijî komkujî û êrişên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Saziyan peyama, “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo nasname, çand, bawerî, ax û xwezaya xwe û jin û zarokan bi ya gelê din re bikin yek û bi hevparî têbikoşin” da.
NAVENDA NÛÇEYAN