- Women Defend Rojava û Defend Kurdistanê ji dewleta Elman re got, li şûna tu yê kesên li azadiyê digerin dadgeh bikî, wan dewletên ku mafê mirovan binpê dikin dadgeh bike.
Women Defend Rojava û Defend Kurdistan, bang kir da ku di rûniştina yekê ya li dijî aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas de xelk ji bo piştgiriyê amade be. Dewleta Elman bi tohmetên çêkirî yên li gorî 129/b wî li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Cellê Mehmet dide dadgehkirin.
Qanûna Ceza ya Elman, bi 129/b dikare tohmeta “endametiya rêxistineke biyanî” bixe stûyê her kesî. Aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas beriya niha li Elmanyayê doza penaberiyê kiribû û ev doza wî hatibû redkirin. Ji ber vê yekê Çakas çûbû Îtalyayê û li wir doza penaberiyê kiribû. Lê dewleta Elman bi îdîaya weke endamê PKK´ê li devera Bremen-Hannoverê xebitiye, xwest Îtalya Mehmet Çakas radestî wê bike. Îtalyayê jî ew di Kanûna 2022´yan de girt. Adara 2023´yan Îtalyayê Mehmet Çakas radestî Elmanyayê kir. Çakas ji hingê ve di hepsê de ye.
Xebatên qanûnî jî kirin sûc
Serdozgeriya Celleyê, “sûcên” weke lidarxistina civînên siyasî û organîzekirina xwepêşandanan jî dixe stûyê Çakas û esas ev ji mafên destûrî ne li Elmanyayê. Senatoya Ceza ya 4´an a Celleyê 16´ê Tebaxê îdîanameya ecêb erê kir û dadgehkirina esas dest pê kir.
Azadî ji girtiyên siyasî re!
Women Defend Rojava û Defend Kurdistanê da zanîn ku rûniştina pêşî a dadgehkirina Mehmet Çakas wê 4´ê Îlonê dest pê bike û ew ê saet 9´an li ber dadgehê mîtîngekê li dar bixin. Herduyan bang li xelkê kir da ku tevlî vê mîtîngê û rûnişßtina doza li dijî Çakas bibin: “Elmanya hiqûqa navneteweyî binpê dike, li şûna dewletên ku mafê mirovan di bin piyan de tine dikin, radibe kesên li ber vê yekê radibin, dadgeh dike. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk lêgerîna azadiyê weke sûc bibîne. Ji ber vê yekê em piştgiriyê dikin li Mehmet Çakas û li her kesa ketiye ber zilma dewletê”.
Jê re binivîsin
Înîsiyatîfê wekî din xwest xelk bi nivîsandina nameyan jî piştgiriya xwe nîşanî Mehmet Çakas bike. Wê got, Mehmet Çakas bi Kirmanckî, Kurmancî, tirkî û hinekî jî bi Elmanî dizane û navnîşana wî ya posteyê jî hate parvekirin:
Schulenburger Landstr. 145
30165 Hannover.
NAVENDA NÛÇEYAN