Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 00:55

Tirkiye di êrişên xwe yên li hemberî gerîlayên azadiyê de çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne. Êrişên bi çekên kîmyewî yên di salên 90'î de dest pê kirin, heya niha didomin. Navenda Parastina Gel (NPG), di Tebax, Îlon û Cotmeha 2022'yan de diyar kir ku 17 gerîlayên HPG û YJA-Starê bi çekên kîmyewî şehîd bûne. Her wiha NPG'ê dîmenên du gerîlayên HPG'ê yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn weşandibû. Piştî ku ev dîmen hatin belavkirin, Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW), ji bo lêkolîna derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de xwest biçe Herêma Federe ya Kurdistanê.  

Serokê IPPNW a Swîsreyê û Berdevkê Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan Dr. Beppe Savary ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî çend caran çûye Herêma Kurdistana Vedere, ji ajansa Mezopotamya re axivî. 

Savary diyar kir ku ew bi pisporê kîmyewî Hans Blix re çûye herêmên ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn û got;"Em çûn herêmê ji bo ku delîlên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de berhev bikin, lê ketina me ya herêmê ji aliyê waliyê PDK'yî ve hat astengkirin. Lê belê me xwe gihand malbateke gundî ku laşê zarokekî wan ji ber madeyên kîmyewî şewitîbû. Vî zarokê ku me xwe gihandê û daneyên derbarê gund de ku me ew bi dest xistin li cîhanê deng vedan. Artêşa tirk gava ev çek bi kar anîn, hewl da bi awayekî sergirtî tevbigere da ku ew eşkere nebin. Ji lewre wan fêm kir ku wê rastî mueyîdeyên me bên. Lê mixabin dewletek ku em karibin bi dîplomasiyê pêwendiyê pê re deynin tune bû. Ger dewletek serî li OPCW an jî Neteweyên Yekbûyî bide, wê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin. DYA’yê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê serlêdan kiribû. Lê mixabin dewleteke Kurdan tune ye, ji ber vê lêpirsînkirina vê ne pêkan e." 

 

Ew eşkere çekên kîmyewî ne

Savary anî ziman ku dema çûne herêmê bi gelê herêmê re têkilî danîne û got;“Di destê me de rasterast delîl tune bûn. Delîlên me ji bo piştrastkirina vê têr nekirin, lê bi awayekî fermî ev çekên kîmyewî ne. Madeyên ku hatine bikaranîn di peymanên navneteweyî de wekî madeyên kîmyewî têne hesibandin. Gundek hebû, bi qasî 20 kîlometreyî dûrî cihê ku çekên kîmyewî lê hatibûn bikaranîn. Lê rayedarên herêmê nehiştin em biçin wir. Ez wer difikirim ji ber ku delîl li wir hebûn nehiştin em biçin." 

Savarî bibîr xist ku PKK'ê der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî daye û got;"Li gorî min daxuyaniyên PKK'ê rast in, lê mixabin weke min got, em nikarin bi awayekî fermî îspat bikin. Lê delîlên di dest me de ji bo vê bes in, lê ji ber ku nayê hiştin em biçin herêmê em nikarin bi awayekî fermî piştrast bikin.

 Rapora me ji bo gel raporeke eşkere ye û hemû dewletan ew xwendiye. Ez yeqîn dikim ku dewleta tirk jî ew xwendiye. Me rapor amade kir, lê dewlet di warê bikaranîna çekên kîmyewî yên Erdogan de tiştekî nakin. Ji bo çekên kîmyewî yên Sedam Husên her tişt kirin. Ji lewre ew di warê siyasî de di weziyeteke qels de bû." 

Savary anî ziman ku xwediyê van çekên kîmyewî Elmanya û Swîsre ne, lê ji ber penaberên di destên Erdogan de tiştekî nakin û got;"Artêşa Erdogan ji artêşên herî mezin ên NATO'yê ya çaran e. Yanî niha kes naxwaze lêkolîn bike ku Erdogan çekên kîmyewî bi kar tîne.’’

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.