Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim bersiv da pirsên rojnamevan Ferhat Çelîk û Îdrîs Sayilgan got, wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî paradîgmayeke ku wê gel ji bo siyaseta hin kesên din neyên bikaranîn avakirine û lê belê tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku kurd, ereb û gelên din bibin yek. 
Muslim di hevpeyvînê de qala şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir ku 9 salin dewam dike û qala rêya sêyem kir ku ew ji bo tevahî gelan li herêmê dimeşînin.
Muslim, ji bo plan û projeyên hêzên navdewletî yên der barê Sûriyeyê de û afirandina DAIŞ'ê de jî destnîşan kir ku di vî warî de tişta dizanin ew e ku her kesî der barê Sûriyeyê de hesab û kitabên xwe kiriye û got: "Çi hêzên navdewletî, çi Tirkiye, çi Rûsya û DYA, plana her kesî hebû. Jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn, plana NATO'yê ye. Lê yê herî zêde vê dike û pêşî li ber vedike jî Tirkiye ye. Ez wisa difikirim di afirandina DAIŞ'ê de herî zêde tiliya Tirkiyeyê heye. Ên din bi rastî jî îslama nerm xwestin. Lê Tirkiye rabû piştgiriya radîqalên berdewamiya DAIŞ'ê kir û hîn jî piştgiriya wan dike. Haya her kesî jî ji vê heye." 
 
Deriyê me li her kesî vekirî ye

Muslîm, destnîşan kir ku di çavê dewleta tirk de ew “terorîst” in û der barê hevdîtinên muhtemel ên di navbera wan û Tirkiyeyê û rejîmê de jî got: “Bi Tirkiyeyê re qet diyaloga me tuneye. Tirkiye rojane êrişî herêma me dike, kurdan û gelên din qetil dike. Heta niha Tirkiye nêzî lihevkirinekê nebûye û nabe jî. Di demên pêş de çi çêbibe ne diyar e, lê em vekirî û amade ne. Weke cîran em dikarin pir baş bijîn. Em tu carî nebûne neyarê gelên Tirkiyeyê û naxwazin bibin jî. Herî dawî beriya çendekî em bi rejîmê re rûniştin. Lê gotin, ‘dema me ji vê re tuneye’ û hevdîtin rawestandin. Wê demê jî em ji bo hevdîtinê bi delegasyona xwe re çêbûn. Vê qebûl nekirin. Em hê jî li bendê ne. Deriyê me ji herkesî re vekirî ye, em dikarin li hev rûnin û biaxivin. Heta niha ev nebûye. Hêvîdarim di rojên pêş de ev çêbibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN