Tirkan koalîsyona li dijî DAIŞ’ê jî bombe kir

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 01:50

Dewleta Tirk a dagirker doh jî êrişên xwe yên ji 19´ê Mijdarê ve li dijî Rojava dewam dike. Wê li bakurê Hesekê êrişî baregeheke hevpar a hêzên dijî terorê yên QSD´ê û 

Di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk a dijî baregeheke hevbeş a hêzên YAT`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê de, 2 endamên YAT`ê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn. Dewleta Tirk li Tirbespiyê êrişî herêmên petrolê kir, li Kobanê êrioşî dibistanek û navendeke tenduristiyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker doh saet di 12:00`an de baregeheke hevbeş a Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) ên ser bi QSD´ê û hêzên Koalîsyona Navnteweyî ya li dijî DAIŞ´ê li bakurê bajarê Hesekê bombebaran kir.

Hêzên ku li baregehê diman, operasyonên hevbeş li dijî çeteyên DAIŞ`ê li dar dixistin.

Li gorî agahiyan, di êrişê de 2 endamên YAT`ê şehîd bûn. Di heman êrişê de yek jê fermandar, 3 endamên YAT`ê jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

 

Li Kobanê êrişî dibistan û navenda tenduristiyê kirin

Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êriş bire ser navendeke tenduristiyê ya li rojhilatê Kobanê.

Du gundên li rojhilat û rojavayê Kobanê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve doh hatin topbarankirin. Navenda tenduristiyê ya gundê Qeremoxê jî yekser ji aliyê dagirkeran ve hate hedefgirtin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Siftek ê li rojavayê Kobanê û gundê Qeremox ê li rojhilatê bajêr bi dijwarî topbaran kirin.

Dagirkeran navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox yekser kire hedefa êrişan.

Piştre dagirkeran êrişî gundê Koran ê li rojhilatê Kobanê kir û top li dibistana gund xistin. 

 

Li Tirbespiyê êrişî herêmên petrolê kirin

Dagirkeran bi balafireke bêmirov a biçek gundê Gir Dahol ê li rex navçeya Tirbespiyê bombebaran kir. Dagirkeran her wiha cihekî petrolê yê nêzî gund ê li nava zeviyê petrolê yê El Ewda jî bombebaran kir.

Dewleta Tirk cihê petrolê yê yê nêzî Leylanê yê 7 kîlometreyan li rojavayê navenda navçeyê jî bombebaran kir. Tîmên agirkujiyê şewata li her du deveran vemirand.

 

Li Şehba û Minbicê jî xistin 

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran balafirgeha Minix û du gundên Şerayê jî doh da ber topan.

Artêşa Tirk gundên Alqamiyê û Kefer Antun yên navçeya Şera a kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Minbicê, li hawîrdora gundên Mehsenlî û Hoşereiyê topbaran kirin. Di heman demê de balafirên bê mirov li ser eniyên şer geriyan.

 

Heta bi 70 kîlometreyan ji sînor û wêde

Dagirkeran 3 hawan avêtin gundê Alîfero yê Qamişloyê. Di êrişê de tiştek bi kesî nehat.

Dagirkeran bi topan li gundên Şorikê, Haside û Til Kefe yên bajarê Amûdê jî dan.

Herêma Dêrezorê jî bû hedefa êrişan. Gundê Mekmen ê 70 kîlometre dûrî sînor, 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Li Til Temirê jî balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Til Leben, Gûzeliyê û Til Tewîl ên li rojavayê Til Temirê bombe kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.