Tirkan êrişî malbata El-Îd kir

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:21

  • Dewleta Tirk doh û pêr hewl da gundê Til Temirê Um El-Kêf dagir bike. Hêzên QSD´ê ev êriş şikand. Li heman bereyê di êrişa li dijî Zirganê de dewleta Tirk ji malbata El-Îd, dayika 60 salî, keça wê ya 30 salî şehîd kir û ji heman malê 3 zarok birîndar kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, pêr bi şev êrişî gundê Um El-Kêf yê Til Temirê kirin û heta doh sibehê jî êrişa wan dewam kir. QSD´ê da zanîn ku êrişa dewleta tirk a dagirker hatiye şikandin. Piştî şikandina êrişê dronên bi sîleh li ser deverê geriyan. Di êrişa dagirkeran a li heman bereyê ya li dijî Zirganê 2 jê ji heman malê, 4 welatî şehîd bûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, pêr bi şev êrişî gundê Um El-Kêf yê Til Temirê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişan dan. Dih danê sibehî şerekî giran li gund qewimî.

Hêzên dagirker hewl dan gund dagir bikin, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê nehiştin ku dewleta Tirk û hêzên wê gund dagir bikin.

QSD´ê bersiv da

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Kêf kirine û şervanên QSD`ê bersiva van êrişan daye. Têkildarî mijarê, gava ku hîna şer dewam dikir. QSD`ê got, “Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Kêf yê Til Temirê dikin. Hêzên me jî bersiva êrişan didin."

Piştî ku hêzên QSD´ê êriş şikandin, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker, li ser gundê Um El-Kêf ê geriyan. Di şerê danê sibehê de Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê herî kêm 2 dagirker kuştin û dagirkerek jî birîndar kirin.

Dagirkeran 4 welatî şehîd kirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir li ser êrişa dewleta Tirk a li Zirganê daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 30 top li herêmê ketine û di encamê de 4 welatî şehîd bûne.

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de pêr êvarê 2 kes şehîd bûn û 3 zarokên bira jî birîndar bûn. Li gundê El-Esediyê jî 2 welatî şehîd bûn. Hejmara birîndarên di encama êrişê de 10 e.

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de jina bi navê Melka Ehmed El-Îd (30 salî) û dayika wê Fesla El-Îd (60 salî) şehîd bûn. Her wiha Cûdî El-Îd (4 salî) Cûrî El-Îd (11 salî), Ehmed El-Îd (8 salî), Elî El-Îd (45 salî) birîndar bûn.

Welatiyê bi navê Salîh Hemîd El Hisên (60 salî) ê ku li gundê El-Esediye birîndar bû, li nexweşxaneya Hesekê şehîd bû. Li heman gundî Mihemed Xêr Elyan (58 salî) jî di encama topbaranê de şehîd bû.  

Wekî din li gundê Til El-Werd Ehmed Mihemed el-Faris (50 salî), li navenda Zirganê Roza Diyar û Hemdan Faris birîndar bûn.

Hate zanîn ku di encama topbaranê de 3 endamên hêzên hikûmeta Şamê jî birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê got, "Ji demeke dirêj ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin. Bi van êrişan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Artêşa Tirk êvara Sêşemê 21'ê Kanûnê bi hemû cûreyên top, obus û moşekan bajarok topbaran kir. Derdora 30 topan li bajarok ketin. Di encama topbarana hovane de ziyanên mezin gihişt milkê sivîlan, mêrekî kal û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Em bang li civata navneteweyî dikin da ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û leşkerên wê bisekine û herikîna xwîna sivîlan rawestîne."

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.