Tirkan êrişî hêzên Şamê kir
Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:33
- Dewleta Tirk a dagirker êrişî baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir, di encamê de efserek û leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Droneyeke xwekuj xwekuj a dewleta Tirk a dagirker êrişî baregeheke hêzên hikûmeta Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir, di encamê de efserek û leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Li gorî nûçegihanên ANHA´yê yên ji herêmê, droneyeke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê li Til Rifetê ya kantona Şehbayê hedef girt, di encamê 2 endamên hêzên hikûmetê birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, yek ji birîndaran efser Elî Xadro ye.
ANHA/ŞEHBA