- Balafireke dewleta Tirk derdora baregeha Rûsyayê ya li Til Temirê bombebaran kir.
Balafireke dewleta Tirk derdora baregeha Rûsyayê ya li Til Temirê bombebaran kir. Ji nava xelkê nêzî deverê birîndar hene, lê kêliya me nûçeya xwe amade dikir hejmara birîndaran zelal nebûbû. Dewleta Tirk heman demê de gundên Erîda û Xirbet Baqar ên ser bi Girê Spî jî topbaran kirin.
Droneke bi sîleh a dewleta Tirk a dagirker doh piştî nîvrojê derdora baregeha Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê bommbebaran kir.
Di encamê de gelek welatiyên li nêzî baregehê, birîndar bûn. Lê hejmara birîndaran hîna zelal nebûbû.
Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker gundên Erîda û Xirbet Baqar ên li rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.
Çeteyan 500 darên zeytûnan birrîn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li Şerayê 500 darên zeytûnê yên xelkê gundê Meryemînê birrîn.
Çavkaniyên ji deverê dibêjin, 15'ê Sibatê çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya ser bi Efrînê birrîne.
Çavkaniyan da zanîn ku darên hatine birîn, ên Mehmûd Mihemed Elî û Ehmed Cemal El-Dîn ên ji gundê Meryemînê ne.
ANHA/HESEKÊ-ŞEHBA