Tirk êrişî sivîlan dikin
Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:42
- Doh êrişên dewleta Tirk tevahiya rojê li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam kirin.
Doh êrişên dewleta Tirk tevahiya rojê li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam kirin. Dewleta Tirk a dagirker doh berê sibehê gundê Selmase yê li başûrê rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê yê 55 salî ku koçberê ji gundê Sîbate yê li bakurê rojavayê Til Temirê ye, şehîd bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êriş birin ser gundewarê bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê jî. Gundên Til Şeîr û Girkê Zîra hatin topbarankirin. Di êrişa li ser gundê Til Şeîr de zarokeke keç li nav zeviyên çandiniyê birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN