Tirk bombe dikin ew diçin ber destê wan

În 17 Hezîran 2022 - 21:39

  • Şandeke Hikûmeta Hewlêrê doh çû Tirkiyeyê, heyet bi berpirsên dewleta Tirk re civînan li dar dixe.

Şandeke Hikûmeta Hewlêrê doh çû Tirkiyeyê, heyet bi berpirsên dewleta Tirk re civînan li dar dixe.

Di şandê de serokê Dîwana Meclîsa Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganiyê Kemal Muslim, Wezîrê Veguhestinê Ano Cewher û serokê Desteya Veberhênanan Mihemed Şukrî hene. Ew doh sibehê çûn paytexta Tirkiye Enqereyê.

Şande bi berpirsên dewleta Tirk a dagirker civînan li dar dixe. Mijarên sereke aborî û bazirganî ne. 

Aliyên siyasî yên ji Hewlêr û Silêmaniyê dibêjin, dewleta Tirk her roj Kurdistanê û haîwrdora wê bombe dike, xelkê bêguneh şehîd dike, û hikûmeta Hewlêrê jî weke xelatekê, diçe ku pê re bazarê bike li ser xwîna şehîdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.