HEWRAMAN CELAL
ROJNEWS/HEWRAMAN
Li herêma Hewraman a Herêma Kurdistanê cara yekê ye ku tîma futbolê ya jinan tê avakirin. Ew ê di nava çend rojan de tevlî tûrnûvayeke li Iraqê bibe.
Klûba Xurmal tîmeke taybet a jinan a bi navê Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmalê ava kir. Li herêma Hewramanê ev yekem tîma jinan a fotbulê ye.
Lîstikvan Hetaw Mehmûd hêvî dike ku jinên hez ji futbolê dikin, tevlî tîmên wiha bibin û girîngiyê bidin hêza xwe. Tîm niha ji bo tevlî maçeke li Helebce bibe xwe amade dike.
Lîstikvana tîmê, Êman Berzan balê dibe ser liyên darayî dibêje, "Niha aliyê aboriyê yê pirraniya lîstikvanan ne baş e. Lê, hemû di nava hewldanê de ne ku bigihîjin asteke baş. Hêvî dikin ku alîkariya tîma jinan were kirin." Antronorê wan Karwan Hime Xerîb e. Ew dibêje, tîma wan di asteke pêwîst de ye û ew hewl didin ku zêdetir bi pêş bikevin: "Em dixwazin jinên vê herêmê, di warê werzîşê de zêdetir bi pêş bixin, lewma me ev tîm ava kir.”
Lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmalê, Kajaw Mihemed jî dibêje, werzîş tiştekî pêwîst e û ew jê hez dike. Kaje Mihemed ji jinan xwest di mal de nemînin.