Armanc palewaniya cîhanî ye

Nûçeyên Jin

Duşem 2 Mijdar 2020 - 23:21

140 zarokên keç ên jêr temen 16 yên Herêma Kurdistanê ku piraniya wan ji parêzgeha Silêmaniyê ne di nava Rêxistina Jîma ya Werzîş û Basketbolê de cih digirin. 11 zarokên keç ên vê rêxistinê di nava serkeftiyên basketbola zarokên keç a Iraqê de cih digirin û niha jî armanca wan ew e ku li herêmê û cîhanê jî serkeftinê bidest bînin.
Basketbola zarokên keç ku li Herêma Kurdistanê nû nû pêşdikeve, eleqeyeke zêde jê re heye. Herçend di asta herêmê de girîngî pê neyê dayîn jî, lê rêxistin û saziyên werzişê dest bi hinek xebatên taybet ên ji bo zarokên keç kirine. Yek ji van rêxistinan jî Rêxistina Jîma ya perwerdeya Werzîş û Basketbolê dide zarokên keç e.
Rêxistina Jîma nêzî 5 sale li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê mamosteyê werziş û basketbolê Rizgar Mihemed ve hatiye avakirin. Heya niha 140 zarokên keç endamên vê rêxistinê ne.
Zarokên keç ên basketbolîst dibêjin, ew dixwazin di asta herêmê û cîhanê de jî serkeftinê bidest bînin û ji bo vê jî girîngiyeke mezin didin perwerdeyê.
Zarokên keç ên tevlî perwerdeyê dibin, malbatên wan û walîtiya Silêmaniyê piştgiriya madî didin rêxistinê, ji bo bikarin perwerdeyê ber bi pêş ve bibin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.