• Partiyên Tifaqa Kurdistanî îro li Amedê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bikin. Dirûşma Newroza li Amedê îsal "Dem dema serketinê ye" ye.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî îro li Amedê dest bi pîrozbahiyên Newrozê bikin. Dirûşma Newroza li Amedê îsal "Dem dema serketinê ye" ye.

Pîrozbahiyê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê lidarxistin, partiyên Tifaqa Kurdistanî Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), KDP-Bakur, Partiya Azadî, Partiya Mirov û Azadî (PÎA), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) li dar dikeve. Ew bi hev re deklarasyonekê diweşînin.

Di rojeva bingehîn a Newrozê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ya Kurdan hene.

Li Stenbolê jî sibe bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP'ê deklarasyon tê eşkerekirin.

Piştî eşkerekirina deklerasyonên li Amed û Stenbolê, agirê destpêkê yê Newroza îsal wê 15'ê Adarê li navçeya Şirnexê Elkê bê dadan.

AMED