Ti wendahiyên me nînin

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 02:50

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin:"Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava çar rojên dawî de bi qasî ku hêzên me karîbûn tespît bikin 40 carî bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker bi dayina hejmarên 3, 15 û 6'an îdîa kir ku windahiyên me hene, lê belê ev îdîa bi temamî derew e."

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

Li Herêma Xakurkê

1'ê Îlonê li qada Lolanê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li Herêma Metînayê

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Dergelê, hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li qadê dibarandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin de, sîstemeke radarê tine bû û derb li çeperekê hate xistin.

31'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de sîstemeke radarê û çepereke dagirkeran hatin tinekirin.

1'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate istin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

1'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

4'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

31'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 31'ê Tebaxê û 3'ê Îlonê de li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Kendekola, Qele, Berbizinê, Girê Mesken, Lolan 12 caran, li herêma Garê qadên Mêranê, Yekmalê, Dêrîk, Dêreşê, Rebînê, Girê Kun, Mam Nêçîr, Zêvkê 9 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Serê Metînayê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran, li herêma Qendîlê qadên Şêx Nasir, Sûredê, Soregulê, Bêpalan, Zergelê 12 caran, bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 31'ê Tebaxê û 3'ê Îlonê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metînayê 9 caran û li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 13 caran, bi giştî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.