Ti kes nikare bide sekinandin

Şemî 25 Çile 2025 - 03:20

Girtiyê Azadiyê Dijwar Îsmaîl ê ku 33 salan di zindanên dewleta Tirk a dagirker de girtî maye, piştî ew qas salan gihaşt mala xwe ya li gundê Sinceqa Sedûn ê bajarê Amûdê. Dijwar Îsmaîl hestên xwe yê li hemberî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker wiha anîn ziman:“Ez niha xwe di nava şoreşê de dibînim, hesteke cuda ye mîna volkanekî dikele. Tişta ku niha li warê xwe dibînim dilopeke ji meşa azadiyê.” Dijwar Îsmaîl da zanîn ku tişta ku niha di nava Şoreşa 19’ê Tîrmehê de tê dîtin, encama têkoşîna Tevgera Azadiyê ye û got:“Di encama derketina Tevger Azadiyê de gelek şoreş derketin, Şoreşa Rojava şoreşeke nû ye ji Tevgera Azadiyê. Ev şoreş di nava xwe de armancên azadiya gelan û ya jin dihewîne, ez vê şoreşê li hemû gelê ji pêkhateyên cuda yên li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim.”

Dijwar Îsmaîl bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku karektera dijmin pir qirêj e, her carê bi awayeke cuda derdikeve. Hov e û li dijî mirovahî ye û got:“Xwîna gelan dimije. Em ê bi têkoşîna xwe, ya gelan û jinan vê hovîtiyê ji holê rakin. Misoger ew ê bi fikr û ramanên serokatî pêk bê, karwanê azadiyê dimeşe ti kes nikare bide sekinandin.”

ANHA/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.