Ti gorî dewletê Xwedê bi Kurdî nizane
Pêncşem 30 Îlon 2021 - 02:09
Li Bedlîsê, ayeta ku Kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin, ji mizgeftê hat rakirin û piştî ku ayeta bi Kurdî jê hat derxistin, careke din hat daleqandin.
Li navenda Bedlîsê, ayeteke sûreya Îhlasê ya Qurana Kerîm bi 5 zimanan hatibû nivîsandin. Di nava wan zimana de Kurdî jî hebû. Lê derket holê ku lewheya ayet li ser hatiye rakirin û piştî ku Kurdî ji nava zimanan hatiye derxistin, careke din hatiye daleqandin.
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê got, "Ey Diyanet, gelo Xwedê bi Kurdî nizane? Li Bedlîsê mizgeftek...tabeleyeke daleqandî...Bedlîs ji sedî 90 bajarê Kurdan e. Diyanet, li mizgeftan bi hêsanî destûrê dide Ingilîzî, Elmanî, Fransî û Rûsî. Lê daleqandina tabeleya bi Kurdî, dayîna xutbeya bi Kurdî û îbadeta bi kurdî qedexe dibe."
Axir dewleta Tirk a dagirker careke din îsbat kir, heger Xwedê jî bi Kurdî bipeyive, ew ê qededxe bike.
NAVENDA NÛÇEYAN