• Hunermend Adrienne Lee, hunermenda tekstîlê ye. Ew li ser tevnê, bi benên rengo rengo menzereyên gundewariyê yanî pastoral çêdike. 

Hunermend Adrienne Lee, hunermenda tekstîlê ye. Ew li ser tevnê, bi benên rengo rengo menzereyên gundewariyê yanî pastoral çêdike. Wê li ser tevna xwe asîman, çiya, behr, dar û gelek menzereyên xweşik yên xwezayê çêkirine. Jixwe, wê ev îlhama xwe jî ji xwezayê girtiye û xwezaya dewlemend bûye çavkaniya tevnsaziya wê ya xurt.

Her çend ev menzereyên ku teswîr dike bi awayekî du ber hatibin çêkirin jî, wê bi teknîka tevnsaziya xwe, ango bi benên stûr kûrahiyeke dîtbarî afirandiye. Bi vî awayî, xebatên wê weke ku sê ber bin tên xuyanê. Ev yek jî şarezabûna wê ya di vî karî de nîşan dide. 

NAVENDA NÛÇEYAN