- Sakîne Cansiz: Di parçeyên din de jî têkoşîn bi pêş dikeve, lê dema ku li Rojhilat wiha bi pêş dikeve, ez hîn zêdetir hestiyar dibim. Li ser min zêdetir bandorê dike. Rojhilat zêdetir min dikişîne. Bi rastî heta kûrahiya dil me dikişîne nav xwe.
ÇÎMEN ARAS
Sakîne Cansiz (Sara) sala 2011'an weke pêşeng û damezrênera tevgera azadiya jina Kurd, ji bo 3. Konferansa Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê-YJRK hatibû vexwendin û piştî konferansê di 4'ê Nîsana 2011'an de ji bo Kovara Zîlan me pê re der barê konferansê de hevpeyvînek çêkiribû. Lê belê wê demê ji ber pirsgirêkên teknîkî me nikarîbû vê hevpeyvînê biweşînin. Qeyda hevpeyvînê ji wê rojê ve li gel min bû û ev pirsgirêkên teknîkî, berî demekê hatin çareserkirin. Min xwest ku ji bo bibîranîna wê, di salvegera şehadeta Sakîne Cansiz de were parvekirin. Ev hevpeyvîn cara yekem di Newaya Jin de tê weşandin*.
Nirxandin û tespîtên ku Sakîne Cansiz di wê demê anîbûn ziman, îro jî bi her awayî guncav in.
Jina Kurd xwe ji rewşa xirab çawa rizgar kir? Di nav têkoşîna azadiyê de çawa hêz û rêxistinbûna xwe gihand vê astê?
Li Bakurê Kurdistanê bipêşketina têkoşîna jina Kurd zehmet bû. Tecrûbe tine bû. Di dîroka têkoşîna me de berxwedan hebû, tevger û lêgerîn hebûn, lêgerîna jinan yek bi yek hebû, lê belê li derdora îdeolojiyeke wiha şiyarbûn, bi rastiya xwe daketin, dîroka xwe nirxandin û li gorî vê nirxandina civakê, li ser vî bingehî xwe birêxistinkirin, tine bû. Ji ber vê yekê di wê demê de dîtina pêwîstiya rêxistinbûna jinê û bipêşxistina vê, gaveke dîrokî bû. Bê guman ev ji bo hemû jinên Kurdistanê tecrûbeyeke bi wate û girîng e.
Ji bo jinan ya bi êş û xirab nebirêxistinbûna me bû. Nebirêxistinbûna me, bingehê xwe ji ku digirt? Em bê îdeolojî bûn. Di pêvajoyê pêş de bi têkoşîna xwe gav bi gav xwe gihand îdeolojiya rizgariya jinê, rêgezên xwe ava kirin, li gorî vê yekê xwe bi rêxistin kir û xwe hîn zêdetir bi hêz kir. Ev gelekî girîng e.
Hûn di nav vê têkoşîna azadiyê de tevlîbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin? Li ser civakê bandoreke çawa dike? Ji bo veguherîna civakê û bidestxistina azadiyê girîngiya vê çi ye?
Di nav vê têkoşînê de rêhevalên jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî hene. Bi taybetî jî piştî komploya li dijî Rêbertiya me, ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarbûn zêdetir bû. Xwedîderketina jinê, pêl bi pêl hatina nav têkoşînê ya keçên ciwan pirr girîng e. Pêl bi pêl hatina çiyayên azadiyê, ev bi rastî jî bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku li gorî felsefeya me ya jiyanê jî di her warî de pêngavên ku piştî vê îdeolojiyê derketin holê, bi wate ne. Derketina her jinekê jî li wê derê tevgerekê ava dike. Di vê mijarê de Rêbertiyê jî weha digot, "Eger ji malekê jinek tevlî têkoşînê bûbe, ev tê wê wateyê ku li wê derê şoreşek çêbûye. Ji gundekî jinek derketibe, ew der şoreşger dibe."
Ji ber vê yekê hatina her jinekê ji Rojhilat; ji Makuyê, ji Urmiyê, ji Sine, ji Hewreman derketina her rêhevaleke jin, bi rastî bi serê xwe gaveke azadiyê ye, şoreşek e. Li gorî xweseriya parçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin kirin. Niha jî rêxistinkirina YJRK girîng e. Ev 6-7 sal in di tevgera jinê de rêûresmeke rêxistinbûna xweser jî heye. Ev ava bû. Her hevalek, bi beşdarbûna xwe, bandorê li derdor û malbata jê hatiyê jî dike.
Di vê rewşê de ku li ser jinê zilm û zordariyeke dijwar tê meşandin, erka dikeve ser milê jinê û milîtanên tevgera azadiya jinê çi ye?
Ji bo ku em nebin ew jinên ku tiştek ji destê wan nayê û digirîn, em vê têkoşînê dikin. Ji bo em nebin ew jinên reş girêdidin û ji ber êşên xwe dilorînîn, em di nav vê têkoşînê de, li serê van çiyayan in. Rewşa ku Sureyyayên di nav civakê de dijîn, ne qederek e. Divê em wê qederê biguherînin. Pêwîst e em vê zîhniyetê biguherînin. Li tevahî waran bandora wê zêhniyetê bişikînin.
Di vê wateyê de YJRK pir girîng e. Bûyîna mîlîtaneke YJRK’ê, vê êş û zilma ku civak û jin di dîrokê de jiyaye û di roja me ya îro de dijî, hîskirin e. Bersîvdayîna vê rastiyê ye. Afirandina hişmendiya vê, îdeolojî, fikir û asoya vê, rêxistina vê, amûrên têkoşîna vê ye. Em tenê û tenê dikarin bi vî rengî, bi rêxistinkirineke berfireh li hemberî vê rewşê derkevin û kê derbas bibin.
Divê jin li hemberî astengiyan têbikoşe, bi biryar be û gavê biavêje. Rêya azadiyê ne hesan e.
Jinên ku pêşî tevlî têkoşînê bûn jî yek bi yek têkilî danîn. Komeke pirr piçûk bûn, lê paşê bi van têkîliyan xwe bi rêxistin kirin û zêde bûn. Pêşegiya îdeolojîk û rêxistinbûnê pirr girîng e.
Weke encam tu dixwazî çi bibêjî?
Weke encam dixwazim vê bêjim, li ser vê erdnîgariyê nirxên mirovahiyê pêş ketin, bûn yên tevahiya mirovahiyê. Di heman demê de ev erdnîgarî Rojhilat e, ew axa ku civaka neolîtîk tê de bi pêş ketiye. Dema "Rojhilat" û "Rojhilatê Kurdistanê" tê gotin, ez di wateyeke teng de, weke parçeyekî lê nanihêrim. Bi rastî jî divê nirxên azadiyê li ser tevahiya Rojhilata Navîn biteyisin, li hemû neteweyan belav bibin. Ez bawer dikim ku tîrêjên vê û asoya vê heye.
Rojhilatê Kurdistanê her tim pirr bandor li min kiriye. Ev der di heman demê de cihê ku Zerdeştî lê bi pêş ketiye. Dibe ku rejîmên heyî, bi awayekî siyasî nêzî ol bûbin, ol zêde siyasî kirin û pirr xerab bi kar anîn. Lê belê ew rêûresma Zerdeştî, çandên hevpar ên gelan pirr girîng in. Tiştên ku wê herî zêde yekîtiyê ava bike, herî zêde jî xwişk û biratiya azad ava bike, ev in. Ji aliyê jinê ve jî cewhera me di van axan de veşartî ye. Di parçeyên din de jî têkoşîn bi pêş dikeve, lê dema ku li Rojhilat wiha bi pêş dikeve, ez hîn zêdetir hestiyar dibim. Li ser min zêdetir bandorê dike. Rojhilat zêdetir min dikişîne. Bi rastî heta kûrahiya dil me dikişîne nav xwe. Ez bawer dikim ku YJRK di vê pêvajoyê de wê roleke ewqas girîng bîlîze ku bandorê li ser tevahiya xebatên PJAK’ê û tevahiya rêhevalan bike. Min ev biryardarî di çavên tevahî hevalan de dît. Ez bi vê pirr kêfxweş bûm û serketinê dixwazim.
* Qismekî wê jî di rojnameya me de
bi Kurdî û Tirkî tê weşandin.