Tevlî Newroza Qendîlê bibin
Sêşem 18 Adar 2025 - 03:10
Welatiyên Binarê Qendîlê bang li her kesî kirin ku beşdarî Newroza Qendîlê bibin û gotin: “Newroza îsal ne weke salên berê ye. Bangawaziya Rêber Apo ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê banga aştiyê ye.”
Li seranserê Kurdistanê xebat û amadekariyên ji bo pêşwazîkirina cejna Kurdewarî ya gelê Kurd Cejna Newrozê destpêkirine. Wek her salê dê îsal jî li her çar parçeyên Kurdistanê bi coş û şahiyên girseyî Cejna Newrozê were pîrozkirin. Heman şêweyî wê li gundê Endzê yê Binarê Qendîlê bi beşdarbûna gelek hunermend û komên mûzîkê, şahiyek girseyî were lidarxistin. Welatiyên Binarê Qendîlê têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivîn û bang li her kesî kirin ku beşdarî Newroza Qendîlê bibin.
Edîbe Elî di destpêka axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd taybet jin û ciwanan kir ku beşdarî Newroza Qendîlê bibin û wiha got: “Bi boneya pêvajoya aştiyê ev Newroz wê bibe destkeftiyeke dîrokî bi taybetî ji bo jinan. Bi vê boneyê ez Cejna Newrozê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikim. Newroza îsal dê ji her salek din bi coş, xweştir û giringtir be, ji bo wê divê her kes bi yek deng û yek reng beşdarî Newroza Qendîlê bibin. JI ber ku destkeftiek mezine ji bo gelê Kurd.”
Her wiha li ser heman mijarê welatiyê bi navê Hemed Emîn Xidir axivî û wiha anî ziman: “Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku beşdarî Newroza îsal a Binarê Qendîlê bibin ku Newroza herî mezin a salên berê ye. Em peyama girîng a ku Rêber Apo ji gelên her çar parçeyên Kurdistanê re belav kir, giring dinirxînin.”
Hemed Emîn Xidir destnîşan kir ku wek welatî û malbatên şehîdan bang li hemû gelê Kurd dikin ku li ku derê dibin bila werin û Newroza îsal li Qendîlê pîroz bikin û got: “Newroza îsal ne weke salên berê ye. Bangawaziya Rêber Apo ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê banga aştiyê ye.”
ROJNEWS/BÎNARÊ QENDÎLÊ