Tevlî coşa zarokan bibin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 03:56

BAZÎD EVREN/MA/AMED

 

Akademiya Ma Musicê ku li Amedê ji bo çanda Kurdî gelek xebatên hêja dike, wê di navbera 7 û 11’ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin" cara 5’an Rojên Ma Muzîkê li dar bixe. Di çarçoveya bernameyê de şagirtên Ma Muzîkê wê çend berheman ji bo guhdaran çêkin û 3 rojan li Ma Music Center û Zarok Mayê van berhemên xwe nîşan bidin. Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş ê derçûyê Ma Muzîkê, der barê bernameyê de agahî dan. Ferhat Ertaş got, “Bila her kes were tevlî coşa me bibe. Şagirt tiştên ku fêr bûne wê nîşanî guhdaran bikin. Bername li her kesî vekiriye. Şagirtên me yên ku ev 3-4 sal in perwerdehiya amûr û deng dibînin, wê di 7’ê mehê de li Ma Muzîkê hunerê xwe nîşanî malbatên xwe û gel bikin da ku bizanin em çi karî dikin. Her wiha ew ê nîşanî me jî bidin. Em jî gelek meraq dikin ka dê çi derkeve holê. Di 10 û 11’ê mehê de jî bername wê li Zarok Ma’yê dewam bike." 

 

Em ê xwe bigihînin zarokan

Ertaş, da zanîn ku derketina zarokan a li ser dikê û xwe pênasekirin ji bo zarokan gelek girîng e û got, "Gava zarokek yan jî şagirtek li dijî qirkirina çandî straneke kurdî dibêje, hem ji bo me hem jî ji bo malbatan serketinek e û cihê şanaziyê ye. Gelek bajarên cuda digehîjin me û ji me re dibêjin, ‘hûn ê kengî li vir cih vekin’. Em jî dixwazin û hewl didin ku xwe bigihînin wan deran û zarokan jî." 

 

Ji bo zarokan hewldanên projeyên nû

Ferhat Ertaş, bal bire ser  zehmetiyan û got, "Bernameyên me yên ji bo xwe bigihînin zarokên welêt hemûyan hene, lê ji ber qedexeyên faşîzmê, em zehmetiyê dikşînin. Li Ewrûpa û Japonyayê niha hewldanên me hene. Her hiwa ji bo em zêdetir xwe bigihînin malbatan, projeyeke me ya gundê muzîkê heye. Em hewl didin ku gundekî muzîkê ava bikin da ku malbat û şagirtên me xwe weke li mala xwe, li gundê xwe, cihekî ewle hîs bikin. Ew der wê ne tenê ji bo muzîkê, her wiha ji bo çandiniyê û dem derbaskirinê be jî. Ji xeynî vê, ji bo ku zarok ji çanda Kurdan dûr nekevin, xwe baştir bînin ziman û çanda xwe ji bîr nekin, em dersên online jî didin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.