Artêşa Tirk a dagirker li gel erdhejê jî êrîşan dewam dike. Çeperên berxwedanê yên gerîla bi bombeyên qedexekirî û çekên giran hatin bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye;

"Artêşa Tirk a dagirker li gel afeta ku bû sedema hilweşîneke mezin, êrîşan dewam dike. Çeperên me yên berxwedanê bi bombeyên qedexekirî, çekên giran hatin bombekirin. Li hemberî van êrîşan, hêzên me neçar man ku xwe biparêzin.

 

Li herêma Zê (Zapê)

9'ê Sibatê saet di 11:30'î de, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê bi bombeyên qedexekirî û çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me li hemberî van êrîşan xwe parastin û di encamê de dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

9'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

9'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM û li nehiya Şêladizê ya Amediyê çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

BEHDÎNAN