Tevî agirbestê jî êriş dewam dikin

Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:00

Berxwedêrên li bendava Tişrînê destnîşan kir ku tevî bangewaziya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Berxwedêrên li bendava Tişrînê gotin ji bo aştiyê divê êriş bisekinin. 

Çalakvanên ku cihê xwe di berxwedana bendava Tişrînê de digirin, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi hinceta hebûna PKK’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan dike, piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û îlankirina agirbesta ji aliyê PKK’ê ve jî, êrişên xwe bi dijwarî didomîne.

Berxwedêrên bendava Tişrînê, têkildarî vê mijarê axivîn.

Çalakvanê bi navê Remezan Fetah ku ji bajarokê Til Temirê tev li berxwedana bendavê bûye da zanîn ku gelê Kantona Cizîrê yên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê nobedariya bendavê didomîne û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û bendava Tişrînê heya niha jî ranewestiyane.

Remezan Fetah destnîşan kir ku rexmê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina biryara PKK’ê ya agirbestê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe heya niha jî berdewam dikin.

Berxwedêra bi navê Suad Betah ku ji bajarê Hesekê tev li berxwedana bendavê bûye, da zanîn ku kesên ku di çeperên pêş de cihê xwe digirin, ji bo yekîtiya gelên li herêmê canê xwe feda dikin.

Suad Betah anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi navê îdiaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê PKK heye êrişan dike, ruxmî banga dîrokî ya Rêber Abdulah Ocalan û daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe bi dijwarî didomînin.

Dayika Hedla Ebdilwehab ku ji bajarokê Til Temirê beşdarî berxwedana bendavê bûye jî, destnîşan kir ku ruxmî banga Rêber Abdullah Ocalan a aştiyane jî hîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerawestandine.

ANHA/BAZ MORDEM/BENDAVE TIŞRÎNÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.