Tevgera Azadî çû Mexmûrê
Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:24
Şandeyek ji endam û desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî pêk dihat, ji Kelar û Silêmanî serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kirin.
Şande di nava waragehê de serdana saziyên weke Meclîsa Îştar, Atolyeya Şehîd Delîla, Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn, Şaredarî, Peyamangeha Şehîd Kerîm Kato û hwd kirin. Di serdanan de têkildarî sîstema xwerêveberiya wargehê her wiha ev saziyên ku serdana wan kiribûn têkildarî kar û xebatên ku tê de tên meşandin nîqaş hatin kirin. Bi wê ve girêdayî di derbarê Pergala Netewa Demokratîk ya di wargehê de çawan tê birêvebirin hatin nîqaşkirin.
Divê dorpêç bê rakirin
Li ser navê şanedeyê Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Komelgeyî Kurdistan Cûma Kerîm Mihemed ji Rojnews re axivî û wiha got:“Armanca serdana me ew bû ku em ji nêzîk ve êriş û zextên li ser wargehê yên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan, PDK û êrişên hewayî yên dewleta Tirkiye ve tên pêkanîn, bizanin û bibînin. Weke tê zanîn ev çend salin dorpêçek di aliyê mirovî, aborî, tendûristî û siyasî de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser wargehê heye. Her wiha herî dawî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî gef li wargehê tê xwarin, li aliyê din jî em dibînin gelek caran balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk li ser wargehê digerin û êrişan pêk tînin. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin tavilê vê dorpêçê li ser wargehê rabike. Her wiha ez bang li Hikûmeta Iraqê jî dikim ku hîn zêdetir di aliyê pêwîstiyên mirovî de bibin alîkar. Ji ber ku wargehekî penaberên siyasiye, mafê wan heye li ku derê dibe bila bibe divê jiyanek bi rûmet û azad jiyan bike. Di çarçoveya yasayên ku Hikûmeta Iraqê û navdewletî de ji bo penaberan hatiye diyar kirin divê ew maf were dayîn.”
ROJNEWS/MEXMÛR