Dewleta Tirk a dagirker, piştî şikesta li Garê xwar êrişên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li dijî HDPʼê bi giştî li dijî saziyên sivîl û demokratîk zêde kir, nemaze di van sê rojên dawî de bi sedan kes girtin û doh jî ev êrişên xwe yên bi armanca qirkirinê dewam kirin û wezareta karê hundir a dewleta Tirk da zanîn ku di van rojên dawî de li 40 bajaran 718 kes girtine.
Doh di serî de li Amed, Batman, Colemêrg, Riha, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Xarpêt û Manîsayê li gelek navendan polisan bi ser gelek malan de girtin, endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî ji 80 zêdetir kes girtin. Li Amedê jî bi hinceta ku pere ji birayê xwe yê girtî re şandiye polisan Mikaîl Yaman û 5 kes binçav kirin.
Li Xarpêtê polisan bi ser mala Hevserokê HDP’a Depê Veysî Saritag de girt û birin nezaretxaneyê.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polîsan bi ser mala Abdî Bînîcî de girt û ew xistin nezaretxaneyê.
Li Wanê polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava de girt û girtin. Bi binçavkirina Kava re di nav 2 rojan de hejmara binçavkiriyan li bajar derket 28’an. Li Manîsayê jî doh serê sibehê polisan bi ser malan de girtin û 7 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Manîsayê binçav kirin. Di serdegirtinê de polisan gelek meteryalên dijital jî desteser kirin. Navê binçavkiriyan wiha ne: Zahîr Aslan, Aleyna Tekîn, Mahsûn Sîlînsîn, Hamza Aslan, Ahmet Aslan, Sultan Aslan û Niyazî Mehmet Alî Polat.
Li navend, navçeya Misirc û bajaroka Weysilqiranî ya navçeya Hawilê ya Sêrtê jî polisan bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin navê wan wihane: Navend; endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î Hasret Aslan û Haydar Çağlî, Misirc; Abdulgaffûr Kûbûlay, Mehmet Kaysî û jina bi navê Esmer ku paşnavê wê nehat hînbûn, Hawil; welatiyê bi navê Devran ku paşnavê wî nehat zanîn.
Her wiha der barê Endamê Meclisa Şaredariyê Sêrtê Emîn Çeçen de jî biryara binçavkirinê heye lê ji ber ku ne li mala xwe bûye nehatiye binçavkirin.
Li aliyê din li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û Şirnexê jî polisan bi ser malan de girtine û 23 kes kirine binçavan.
Polisan li Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin. Kesên binçavkirî Aydin Alpsar (50), Serdar Bor, Murat Taş, Berkan Çiftçi, Emirkan Çiftçi, Ugur Akmaz, Aydin Alpsar û Turgut Yılmaz in.
Polîsan dîsa Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Cesur Yilmaz, dema ji navçeya Bismilê dihat Amedê binçav kirin.
Li Êlihê polisan bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî de girtin.
Der barê Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay de jî biryara binçavkirinê heye. Di dema amadekirina nûçeya me de li avahiyan lêgerîn dewam dikir.
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Qilabanê di serdegirtinan de rêveberê HDP'ê Agît Yîgît, endamê berê yê meclîsa giştî ya bajêr Nezîr Ayan, Fatma Acet, Firat Akyol, Ferîde Karakoyûn, Camî Bîlîk, Nîhat Kuçuk, Mahsûm Kûramî, Serhat Çatûk, Mûstafa Dal, Omer Karavîş û Abdullah Yaman hatin girtin. Ji van 12 kesan zêdetir jî dibe ku kes bêne girtin.
Li navçeya navendî ya Mêrdînê Artûklû û li navçeyên Qoser û Nisêbînê di serdegirtina malan de heta niha 8 kes hatin girtin. Hate ragihandin ku li Nisêbînê jî biryara girtina 10 kesan heye. Li Qoserê Dayika Aştiyê Ferhan Akbûlût a 65 salî jî hate girtin.
Li navçeya Akdenîz a Mersînê li tax Gundogdûyê di êrişan de Ozgur Kûtlû û Nebî Yildiz hat girtin. Her wiha ji 13'ê Sibatê ve li bajêr 8 kes hatine girtin.
Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk jî têkildarî binçavkirinên rojên dawî daxuyanî da û da zanîn ku li 40 bajaran, di serdegirtina malan de rêveberên HDP'ê jî di nav de 718 kes hatine binçavkirin. Wezaretê anî ziman ku binçavkirin didome.
NAVENDA NÛÇEYAN