TEV-DEM: Gelê me wê layiqî Ocalan be

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:57

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo Newrozê peyamek weşand. TEV-DEM’ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.

TEV-DEM’ê di daxuyaniyê destnîşan kir Rêber Abdullah Ocalan cewherê rasteqîn û dîrokî yên Newrozê geş kiriye, rih daye nirxên Newrozê, mîras û çanda îradeya azad a civakê û got,’’Em ê bi vî ruhî Newroza îsal bikin Newroza piştgiriyeke cîhanî ya xurt a bi banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re.’’

Azadiya Ocalan serkeftina vîna me ye

TEV-DEM’ê bi domdarî got,’’ Em ê Newroz Îsal bikin îsrara domandina parastina destkeftiyên me yên dîrokî dîrokî.  Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwaz destkeftiyeke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên me yên dîrokî û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.’’

Serdana goristana şehîdan bikin

Di peyama Newrozê de herî dawî hate gotin,’’ Gelê me û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi xurtî û bi rengekî ku layîqî berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan be, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe. Banga me li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku şeva Newrozê serdana goristanên şehîdan bikin, mûman pêxin, qad û deriyên têketina bajaran bixemilînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.