Şêwekar Samantha Keely Smith bi rengên zer û şîn dide pey ruhê insan û ruhê insanan teswîr dike. Menzere û fîgûrên wê yên ecêb ên li ser tabloyan, volkanên di hundirê insanan de nîşan didin. Jixwe, ew fîgûrê xwe çawa ku di behrên mezin de bin, xêz dike; ew behrên wê jî pêlan didin xwe. Lê heta jê tê, ew menzereya hundirê insanî teswîr dike. Insan di hundirê xwe de bi çi dijîn û bi aloziyên çawa re hevrû ne, tabloyên wê vê yekê nîşanî xelkê didin.
Wê ev tabloyên xwe weke “Menzereyên Xeyalî” bi nav kirine. Îlhama van toblayan bi ciwaniya wê ve girêdayî ye. Dema ew 21 salî ye, 4 mehan di nexweşxaneyê de dimîne. Piştî derdikeve, wêneyên bi vî rengî çêdike. Wê ji bo van resmên xwe got, “Li cihê ku hiş û binhişê min digihîje hev, ev menzereyên ruhê min derdikevin holê. Di nava xewn û rastiyê de çûyîn û hatina hişê min temsîl dikin ev teswîr.”
Ev tobloyên Samantha Keely Smith, atmosfera hestên insanî jî nîşan didin. Smith ji bo vê yekê jî dibêje, “Resmên min nîşan didin ku insan di rastiyê zû bi zû nagihîjin. Her wiha ez behsa dawiya insanan jî dikim, ji ber ku em ê heta hetayê nejîn li ser rûyê vê dinyayê. Tiştên ku teswîr dikim jî tiştên şexsî ne û bi hebûna min ve girêdayî ne. Lê dikarim bibêjim, ew ezmûnên gerdûnî ne jî ev hest û ez jî bi vî awayî hestên xwe parve dikim bi xelkê re.”
NAVENDA NÛÇEYAN