Teswîrên gundan ên van Gogh

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Gulan 2023 - 02:36

Li Amsterdam û Parîsê di nava Gulanê de pêşangehên şêwekarê navdar Vincent van Gogh tên vekirin. Tê gotin ku qederê 100 tabloyên Van Gogh li van pêşangehan wê werin nîşandan.

Di van pêşangehan de xasma tabloyên ku van Gogh li herêma Provence çêkirine, tên nîşandan. Pêşangeha yekem dê di 12’ê Gulanê de li Amsterdamê, li “Museum van Gogh” were vekirin û tabloyên wî yên ku li gundê Auvers-sur-Oise çêkirine dê di pêşangehê de werin nîşandan. Vincent van Gogh ev tabloyên hanê, di mehên dawî yên jiyana xwe de çêkirine. Pêşangeha bi navê “Van Gogh in Auvers-sur-Oise: His Final Months” dê heta 3’yê Îlonê vekirî bimîne û xelk wê karibe biçe serdana pêşangehê.

Paşê jî pêşangeha “Van Gogh li Parîsê” wê li Musée d’Orsay a Parîsê were vekirin. Ev pêşangeh jî dê di navbera 3’ê Cotmeha 2023 û 4’ê Sibata 2024’an de vekirî be. Li vê pêşangehê jî ji 74 tabloyên ku Van Gogh gundê Auvers-sur-Oise çekiribûn, 48 tablo wê werin nîşandan. Van Gogh di Gulana 1890’î de çûbû vî gundî û heta Tîrmehê li heman gundî ma. Jixwe, wî di Tîrmeha sala 1890’î de li heman gundî dawî li jiyana xwe anîbû.

Her wiha di sala 2024’an de wê li Emerîkayê jî çend pêşangehên Van Gogh werin lidarxistin û tabloyên wî yên ku li gundê Auvers-sur-Oise çêkiribûn, li wir jî werin nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.