- Li Swîsreyê di doza penaberiyê de Polêsê bi esl Tirk zor li Evdilkerîm Tallî û birayê wî kiriye ku bi Tirkî bipeyivin.
DÎLAN KARACADAG
Evdilkerîm Tallî yê 25 salî û birayê wî Ahmet Tallî yê 32 salî beriya bi 4 salan li Swîsreyê doza penaberiyê kirin. Dadgeha Swîsreyî biryar da ku herdu birayan dersînor bike û teslîmî dewleta Tirk bike. Evdilkerîm Tallî dibêje, ti elaqeya wan a welatîbûnê bi Tirkiyeyê re nîne, û biryar ne qanûnî ye. Tallî dibêje, polêsekî ku beriya bi 3 salan ji bo îfadeyê bang li wî kirî yê ku bi eslê xwe Tirk e, dibe ku bûbe sedema vê yekê.
Malbata herdu birayên li Kantona Aarau ya Swîsreyê dimînin, sala 1994'an ji ber zext û zordariya Tirk ji Qilebana ser bi Şirnexê ji gundê Mijînê, penabewrî Başûrê Kurdistanê bûye. Rêwîtiya malbatê li Kampa penaberan a Mexmûrê bi dawî bûye.
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî wargeha Mexmûrê, herdu bira pena xwe dibin Swîsreyê. Niha dewleta Swîsreyê heta 24'ê Kanûnê mohlet daye ji bo dersînorkirina wan. Bi ser halan de jî dixwazin wan teslîmî dewleta Tirk bikin. Ji bo vê rewşê Evdilkerîm Tallî dibêje, "Ew qas şehîdên me hene, ew qas berdêl medayîne. Ez ê çawa qebûl bikim teslîmî Tirkiyeyê bibim! Mirin ji bo me xweştir e ji vê."
Dadgehê ev teblîxa hanê 30'ê Mijdarê ji herdu birayan re şandiye û ew jî li ber biryarê rabûne, lê dadgehê gotiye, ew ê berê xwe nede îtîraza wan. Wî got, parêzerê wan hewldana xwe dewam dike, lê kesê li dozê dinihêre ji dijminê penaber û biyaniyan e.
Tallî got, gava ku îfadeya wan a rê beriya sê salan hatiye girtin, polêsekî bi eslê xwe Tirk îfadeya wan giortiye û yekser ew bi terorîstiyê gunehbar kirine. Tallî difikire ku ji ber agahiyên vî polêsî dayî doza wî û birayê wî ya penabweriyê hatiye redkirin: "Polês bang li me kir, wexta em çûn îfadeyê bidin, polês li ser telefona min resmê serok hebû, ew dît. Wexta dît ji me re got hûn terorîst in. Ji birayê min re piştre ji min re got."
Ileh tê bi Tirkî biaxivî
Evdilkerîm Tallî got, gava çûye polês, li ser wî ferz kirine bi Tirkî biaxive, tevî ku ew bi Tirkî nizane jî. Li ser vê yeke gava ku wan ev serpêhatiya xwe ji xelkê re gotiye, gelekên din ji wan re gotine, heman polêsî ev tade li wan jî kiriye. Evdilkerîm Tallî got, parêzerê wan gotiye , heger çend kesên din jî giliyê vbî polêsî bikin, ew ê karibin dozê lê vekin, lê kesên gotine, vî polêsî tade li wan kiriye, newêrin giliyê wî bikin.
Evdilkerîm Tallî got, wî di îfadeya xwe de gotiye wî Tirkiye bi çavan jî nedîtiye, lê polês zor lê kiriye bi Tirkî bipeyive.
Evdilkerîm Tallî got, parêzerê wan Husnu Yilmaz wê heta dawiyê doza wan bibe.
Parêzerê Husnu Yilmaz pêr ji ANF'ê re gotibû redkirina doza penaberiyê ya miwekîlên wî ne hiqûqî ye: ''Em dikarin rewşê weke şaşiyeke mezin a hiqûqî bibînin. Heta niha derheqê Mexmûrê du biryarên cidî yên dadgehê hene û dadgeha rajor ev qebûl kir. Mixabin di dosyaya Tallî de hevpîşeyên min li vê nesekinîne û şandeya dadgehê bi dosyaya kêm a berdest bi qineta şaş biryar daye.
Ji bo ku ev xeteya hiqûqî were rastkirin gelek Swîsrî tevgeriyane. Kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin. Min ji sekreterê giştî yê GS'ê re nivîsî, min got mirov dikare vê şaşîtiyê rast bike û ji berpirsyariya hiqûqî xwe xilas bike.''