Teslîmî tarîtiya faşîzmê nabin

Çarşem 21 Hezîran 2023 - 00:04

Parêzerên OHD û ÇHD’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtina parêzeran da. Wan got, mafê parastinê tê dadgehkirin û li dijî zextan jî bang li xelkê kir da ku piştevaniyê bike. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Izmîrê têkildarî binçavkirin û girtina parêzeran, li pêşiya Edliyeya Izmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Parêzerên girtî rûmeta me ne” hat hilgirtin û dirûşma “Parastin bêdeng nema dê bêdeng nemîne” hate gotin.  

Endamê OHD’ê Îmdat Ataş daxuyanî xwend. Ataş, da zanîn ku endama OHD’ê Gulhan Kaya di 12’ê Hezîranê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û wiha domand: “Mustafa Savran ê ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin jî hate berdan. Her wiha bi ser mala parêzer Sezîn Uçar de hate girtin. Her wiha dozgeriyê îfadeyê parêzer Kader Tonç negirt û derheqê wê de kirariya binçavkirinê pêk anîn.” 

  

Em tênekoşin zext wê dewam bikin

Ataş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzerên tên binçavkirin û girtin, parêzerên gelê bindest in. Ji ber ku miwekîlên xwe diparêzin, van zextan li wan dikin. Di dema binçavkirinê de qanûnên divê pêk bînin, tên binpêkirin. Em rastî sepanên piçûkxistinê yên weke bisînorkirina dosyayê, nepeniya dosyayê, mînakên xwîn û mûyê serî tên. Ev zext, li dijî xebatên pîşeya parêzertiyê tên kirin. Em dibînin ku çûna me ya girtîgehê, serdana miwekîlan û wekî din weke tawanbarî hatine qebûlkirin. Ev êriş, ji zextên faşîst ên li tevahiya civakê cuda nînin. Heke em têkoşîneke yekbûyî nemeşînin, dê ev zext û êriş jî bidomin. Bila ew bizanin ku ew çi bikin jî em ê li ber xwe bidin. Em ê teslîmî tarîtiya faşîst nebin. Banga me li her kesî ye da ku li dijî van zextan piştevaniyê bikin. Divê hempîşeyên me tavilê bên berdan.”

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.