• Dagirkeriya dewleta Tirk revandina xelkê Efrînê û bi kêfî xistina wan a Hepsê ji xwe re kiriye adet. Herî dawî çeteyên wê yên dagirker li dibistaneke seretayî 10 zarok birîndar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê bi çeteyên xwe êriû bire ser dibistana gund. Di êrişa dagirkeran de 10 zarok birîndar bûn. Li aliyê din dagirker Kurdên Efrînê kêfî dixin nezaretê yan jî direvînin. Doh hat zanîn ku dagirkeran li Cindirêsê 2 Kurdên din revandine.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên "El-Hemzat" yên girêdayê artêşa Tirk a dagirker, gule reşandine li dibistana gundê Mîrkanê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê û 10 zarok birîndar kirine.

Navên hin zarokên birîndar ev in: Sulav Cafer, Zelûx Silêman, Enfal Rustem, Omer Xezal, Wesîm Selah, Ebdullah Sinîx, Meryem Mihemed Qasim, Mihemed Silêman Hemdî.

Çavkaniyên ji deverê dibêjin, dagirkerên çete hewl dane êrişî mamosteyê dibistanê bikin. Ew mamoste ji gundê Rûta yê navçeya Mabeta ye, lê mamoste reviyaye, bi wê re çeteyan bêyî ku ji bo jiyana zarokên baldar bin, li hundirê dibistanê gule reşandine.

Heman çavkaniyê got, ji ber ku rewşa zaroka bi navê Meryem Mihemed Qasim ne baş e, ew rakirine nexweşxaneyên li Tirkiyê.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser mijarê got, ev cara ewil e ku bi doçkayan bi vî awayî bi ser dibistanekê de digirin. ew dibêje, dagirkeran ne ji bo mamoste jî êrişî dibistanê kiriye ji ber ku ji bo vê sîlehên weke doçka ne lazim in.

Girtinên kêfî dewam dikin

Dagirker ne xasim jî bi destê Polêsê Eskerî revandina xelkê Efrînê dewam dikin. Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) doh da zanîn, Polêsê Eskerî û çeteyên bi navê Liwaa El-Weqqas du sivîlên ji Cindirêsê girtine. 

Dagirkerên çete li gorî agahiyên SOHR´ê her du kesên ji gundê Hekkace revandine. Her du jî bi îdîaya peywendiya bi Rêveberiya Xweser re hatine gunehbarkirin. Sedema vê gunehbarkirinê jî ew e ku ji malbatên wan karibin fîdyeyê bistînin. Herdu kes jî ji girtina xwe ve li qereqola Polêsê Eskerî tên ragirtin. SOHR her wiha dide zanîn ku 25´ê Adarê jî bi hevkariya Polêsê Eskerî û MÎT´a Tirk li Efrînê du sivîl hatine revandin. Yek ji wan ji Şêran e û yê din jî ji navenda Efrînê ye. Ew jî bi peywendiya bi Rêveberiya Xweser re hatine gunehbarkirin. 

Li aliyê din endamên Polêsê Eskerî 21´ê Adarê roja Newrozê di ketina bajarê Efrînê de kesekî ji gundê Ternada yê ser bi Efrînê, kirin nezaretê bi hinceta “beşdariya pîrozbahiya Newrozê” ya li gundê Basûta yê Şêrawayê. Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn Sûriyê, Îbrahîm Şêxo li ser mijarê got, “Tenê endamên rêxistinan bi destûr bûn biçin. Di Newroza li Basûta de 2 kes hatin girtin û kesek jî li taxa Mehmûdiye, gava ji Meydankê vedigeriya hat girtin. Jineke ji Efrînê niha hatiye zarokên xwe bibîne, dibêje, ti cejn filan nîne. Ew dibêje, aramî jî li Efrînê nîne.” 

Çeteyan û dewleta Tirk a dagirker dîmenên vê pîrozbahiya Newrozê belavkiribûn ji bo ku nîşan bidin, ew pîrozbahiya Newrozê qedexe nakin.

Endamekî Cebhe el-Şamiya hat kuştin 

Li aliyê din ne Dûrî Girê Spî li Sulukê, di encama teqînekê de endamekî çeteya bi navê Cebhe el-Şamiya hat kuştin. Li gorî SOHR radigihîne, çeteyê Cebhe el-Şamiya di erebeya xwe de bûye û nêzî gundê Ranîn li gundewarê Sulukê mayîn pê de teqiyaye. 

NAVENDA NÛÇEYAN