Terîfên xwarinê yên 3600 salî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Terîfên herî kevin ên xwarinê gelo ji kengê mane? Bersiva em îro dikarin bidin, beriya mîladê 1600 e. 

Terîfên herî kevin ên xwarinê gelo ji kengê mane? Bersiva em îro dikarin bidin, beriya mîladê 1600 e. Ew bi zimanê Akadî hatine nivîsandin. Yên kevintir hebin jî hîna nehatine dîtin. Ew jî li ser kevalên kîla pijandî ne û ji Babîlonê mane. Li gorî texmînan aşpêjekî şef ê wê serdemê ev nivîsandine. Lê îro em hinan ji gotinan fêm nakin, hinek nayên xwendin. Bi ser de jî ne xema aşpêj bû ka mîqdara tiştên lazim çi bû û divê çiqasî bipijin.

Lê heger em dixwazin zanibin ka xwarineke beriya bi 3 hezar û 600 salan çawa bû, ji van kevalan çêtir tiştek di destê me de nîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.