Her santîmetreya dîzaynên mezin û hît a karê hunermenda Lehî Nespoonê, li ser koka cihê ku berhemê lê çêdike, hatiye sêwirandin. Nespoon li Warşowayê dimîne û beriya ku dest bi xêzkirin û rengandina yekê ji mestereyên xwe li ser avahiyan bike, ew pêşî diçe serdana muzeyan, bi xelkê deverê re rûdine û bi wan re dipeyive. Armanca wê ew e ku bêhtir li ser herêma berhema xwe lê diafirîne agahdar bibe, çanda herêmê û têkiliyên wê bi hunerên tentene û dantêlê re nas bike. Ji ber wê ew dibêje, “Ez rêz digirim û bi bîr tînim girêdana hestewarî ya di navbera qalib û desenên ferdî û bajarên diyar yan jî komên diyar ên tenteneçêker de. Heger rêûresmeke tenteneçêkirinê nebe li herêma ez lê kar dikim, hingê ez li tenteneyên li malên kal û pîrên li deverê û nêzîkî wê dimînin, dipirsim.”
Ew li van tenteneyan dipirse û dibêje, “Ez timî tiştekî peyda dikim”.
Di encamê de ew li ser dîwarên ku rûyê wan bi materyalên cihê girtiye, bi mestereyên dantêl û teneteneyên ji rêûresma deverê dixemilîne. Yanî ew xemlên ku gelek ji me wan weke xemlên navmala xwe dibînin, bi karê Nespoonê ji malê derdikevin û dijiyana amiyane de xuya dibin. Ev nimûneya wê, li bajarê Fransayê Craponne-Sur-Arzonê li ser dîwarekî hatiye xêzkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN