Atmosfera wêneyên Xiao Wang ji wêneyên heyî cudatir e. Bêqidoşiya di tabloyên wî de hostetiya wî nîşan didin. Tabloyên wî pirr rasteqîn in, eynî weke serpêhatiyên jidil in. Rengên ku ew bi kar tîne jî vê psîkolojiyê didin der. Hîs û hizrên fîgûrên xwe pirr xweşik şirove kirine. Nexasim jî rengên li paşxaneya tabloyên wî yên mor û şîn ew psîkolojiya ku em behsa wê dikin, ava dikin. Fîgûrên di tabloyên wî de ew tiştên ku hîs dikin û nikarin bibêjin jî didin der.
Xiao Wang bi eslê xwe Çînî ye lê wî koçî New Yorkê kiriye. Ew penaberek e. Tesîra sêrpêhatiyên wî di van tabloyan de xuya dike. Tabloyên wî “tengezariya di nav du dinyayayan” de nîşan didin. Wî nepenî û bêhizûriya di tabloyan de pirr baş îfade kiriye. Her wiha tabloyên wî weke ku sirr û razekê veşêrin jî tên xuyanê. Hin fîgûrên wî li dûrahiyê dinihêrin û hin ji wan jî bi rûyekî li ken tên xuyanê. Lê ew çi hîs dikin û çi hatiye serê wan, mirov baş tênagihîje, ji bo mirov di vê bigihîje, divê mirov bi hûrgiliyên tabloyan dakeve.
Fîgûrên di tabloyên Xiao Wanî de, yanî kesên ku teswîr dike, axlebe nasên wî ne. Hin caran xwe jî weke model xêz dike. Bi nihêrîneke natûralîst nêzî anatomiya insan dibe û vê yekê bi rengan nîşan dide. Jixwe, tabloyên wî dişibin xewnan jî, fîgûrên ku ji xewnên xwe şiyar bûne û li tiştekî dihizirin.
NEW YORK