Tembûra ji tenekê û penaberî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:58

  • Gabar Nas yê ku bixwe fêrî tembûrê bûyî, destnîşan kir ku her malbatek Kurd pêwîste zarokên xwe li ser çanda Kurdewarî mezin bike û got: “Ji ber bê derfetiyên penaberiyê heta demek dirêj min nekarî ez bibim xwediyê tembûrekê. Min ji tenekeyek rûn tembûrek ji xwe re çêkiribû.”

JIYAN PÎRAN / ROJNEWS / MEXMÛR

Xeyalên gelek zarokên penaber di berîkên wan yên dirayî de li ber bayê êşên penabertiyê ketin û bûn êşek di dilê wan de. Hinek ji wan xeyalan jî mîna êş û têkoşîna wan zarokan li berxwedan û bûn parçeyek piçûk ya çanda Kurdewarî. Gabar Nas jî yek ji wan zarokê penaber bû ê ku nikarîbû ji ber bê derfetiya penaberiyê xeyalên xwe di himbêza xwe de mezin bike. Li rûxmê hemû bê derfetiyên jiyanên hewl da ku mîna her kesî li tembûrê bixe. Gabar Nas ku niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî li ser jiyana penaberî û lêxistina tembûrê axivî û got; “Min ti perwerde li ser lêdana tembûrê nedîtiye, tenê di mejiyê xwe de ez dengê tê lêxistin ji ber dikim û lêdixim.”

Mirov çi bixwaze dikare bike

Gabar Nas di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zarokatiya wî di nava penaberî û bêderfertiyên jiyanê de bihuriye û got: “Em wek malbat di sala 1992’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçarî penaberiyê bûn û em derbasî wargaha Zelê bûn. Tevî ku em 20 malbat li wê wargehê diman jî, di rojekê de 52 balafirên dewleta Tirk wargeh bombebaran kirin. Wê demê jin û zarok jî di nav de 7 kes şehîd bûn. Ji ber wê êrişê em derbasî nav penaberên Bakurê Kurdistanê yên li wargeha Etrûş bûn. Dema min di weşana ‘Med tv’ kilîpên hevalan û hunermendên Kurd dîtin, mereqa min ya ji bo lêxistina tembûrê çêbû. Bi taybet jî dema hozan Diyar li tembûrê dida, ez gelek di bin tesîra wî de dimam. Ji bo vê min jî ji tenekeyek ya rûnê tembûrek ji bo xwe çêkir. Dibe ku tam neşibiyabe tembûrê, lê dema min destê xwe li ser re  dibir û dianî deng jê hat, ew deng baweriya min bi min anî. Mirov çi bixwaze dikare bike.”

Ez ê layiqî vê tembûrê bim

Gabar di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku heta niha ti perwerdeyek di derbarê lêxistina tembûrê de nedîtiye, bi hewldanên xwe fêrî lêxistina tembûrê bûye: “Min bi strana ‘Bûkê delalê’ xwe fêrî lêdana tembûrê kir. Erê tembûra min ne mîna tembûrên din bû, lê kêmek be jî deng dida. Wê demê ne derfetê me hebûn em tembûrekê bikirin, ne jî çûyîn û hatina derveyî wargehê hebû. Min ti perwerdeyek li ser lêdana tembûrê nedîtiye. Tenê di mejiyê xwe de ez wî dengê tê lêxistin ji ber dikim û lêdixim. Ji ber bê derfetiyên penaberiyê heta demek dirêj min nekarî ez bibim xwediyê tembûrekê. Hevalek min dizanî ku ewqas mereqa min ji bo tembûrê heye, ji min re tembûrek diyarî anî ez gelek sipasiya wî jî dikim. Dema min dît wî hevalê min ev tembûr ji bo min diyarî da, min got pêwîst e ez bibim layîqê vê tembûrê. Min got çi dibe bila bibe pêwîst e ez xwe fêrî vê tembûrê bikim. Niha jî ez li tembûrê dixim, zarokên min jî stranan dibêjin. Dibe ku em ne di asta kilîpçêkirinê de bin, lê di nava civat, malbat û hevalên xwe de em hewl didin bi stranên xwe rengek cûdatir bidin civatên xwe.”

Zarok û bav bi hev re stranan dibêjin

Gabar Nas di dawiyê de bang li hemû malbatên Kurd kir ku zarokên xwe li ser çand û hunera Kurdî perwerde bikin: “Dema em ji welat derketîn ez zarok bûm, niha jî 40 salî me. Em hêvîdar in, em ê bi hêza şervanên azadiyê û fikirê Rêbertiya xwe rojek berî rojekê bi awayek azad berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê. Ez û keçên xwe gelek caran bi hev re stranan dibêjin û govendê digirin. Ez di aliyê govend û stranên Kurdewarî de wan perwerde dikim. Hestekî gelek xweşe zarok û bav bi hev re stranan bibêjin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim ku zarokên xwe li ser çanda Kurdî perwerde bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.