Têkoşîna wan dewam dike

Pêncşem 27 Tîrmeh 2023 - 00:50

  • “Bila lawê min ê girtî berdin. Êdî bes e. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe. Malbata min qetil kirin, lawê min avêtin hepse.Heke lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim û nobedê li vir bidomînim.“

Malbata Şenyaşar têkildarî çalakiya Nobeda Edaletê li Meclîsê daxuyaniyek da. Ferît Şenyaşar diyar kir ku heta edalet bi cih were ew ê têkoşîna xwe li Enqereyê dewam bikin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê birîndar filîtîbû ji bo di dozê de edalet pêk were di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 846'emîn de bi dawî kiribû. Emîne û Ferît Şenyaşar 16’ê Tîrmehê ji mala xwe ya Pirsûsê hatibûn ber Edliyeya Rihayê û cara dawî nobetê girtibûn.

 

Li Meclisê daxuyanî da

Doh Ferît Şenyaşar ku niha parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye, têkildarî Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê û ya niha ku dixwazin li Enqereyê bidomînin li Meclisê daxuyanî da. Dayika wî Emîne Şenyaşar û hin parlamenterên Partiya Çepên Kesk tev li daxuyaniyê bûn. Ferît Şenyaşar wiha axivî: “Pênc sal in kêliyek jî êşa me kêm nebûye. Pênc sal in hêsirên çavê me dibarin. Pênc sal in zilm dewam dike. Pênc sal in edalet bicih nehat. Îro jî dayika min bi daxwaza edaletê li Enqerê ye.

Dayika min 68 salî ye û tevî vî temenê xwe jî 846 roj li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê girt. Tenê daxwazek wê heye, bicihanîna edaletê ye. Armanca wê ew e ku rayedar guh bidin daxwaza wê û qêrîna wê bibihîzin. Lê mixabin li Enqereyê xwedîgiravî yên ku edaletê pêk tînin, qêrîn û hêsirên dayika min ji nedîtî ve hatin.

Ji bo jiyanek adilane me çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê anî Enqereyê. Em ê piştî vê daxuyaniyê, ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin. Heke ji bo pêkanîna edaletê sozekî bidin me, wê dayika min li Enqereyê nemîne dê biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Çimkî dayika min naxwaze li vir bimîne. Divê hem ji çavên xwe hem jî ji çongên xwe emeliyat bibe. Dibêje heta ku edalet pêk neyê wê emeliyat nebe. Heke edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.”

 

Êdî bes e

Paşê Emîne Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zilmê nobedê digire û wiha peyivî:  “Bila lawê min ê girtî berdin. Êdî bes e. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe. Malbata min qetil kirin, lawê min avêtin hepse. Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Heke lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim û nobedê li vir bidomînim. Erdogan baş dizane, hikûmet jî baş dizane ku tu sûcek lawê min nîne. Bila qeyda derxin heke lawê min sûcdar be, bila her du lawên min ên din jî bigirin.” 

 

Nehiştin têkevin Wezareta Edaletê

Piştî daxuyaniyê Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar ji bo ku bi rayedarên Wezareta Edaletê re hevdîtinê bikin, ber bi avahiya wezaretê ve meşiyan. Lê belê polêsan malbat asteng kir. Malbatê dorpêça polêsan derbas kir û ber bi Wezareta Edaletê ve meşiya û xwest têkeve avahiyê. Kesên di avahiya wezaretê de gotin, wezîr û alîkarên wî ne li avahiyê ne, ji bo ku malbat nekevin avahiya wezaretê derî girtin. Malbata Şenyaşar piştre vegeriyan meclîsê. 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.