Têkoşîna Kurdan teqdîr dikim

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:31

Serokê Giştî yê TUC'ê Matt Wrack ê li Mîhrîcana Şehîdên Tolpuddleyê axivî. Wrax piştî ku xêrhatine li Kurdan kir,  got: "Ez têkoşîna gelê Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe û edaletê teqdîr dikim.” Mîhrîcana Şehîdên Tolpûddleyê bi meşeke bi heybet a bi beşdariya bi hezaran karker, kedkar, koçber, ekolojîst û endamên tevgerê bi dawî bû. Bi sedan welatiyên Kurdistanê di roja dawî de beşdarî mîhrîcanê bûn. Kudistaniyan bi stran, govend, şanoyên folklorîk û dirûşmên xwe mohra xwe li mîhrîcanê danç

Kurdistaniyên ji London, Exeter û Liverpoolê beşdarî mîhrîcanê bûn tîşortên bi nivîsa "Freedom for Ocalan" li xwe kirin, pankart û dovîzên têkildarî pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Kurdistaniyan li ber def û zirneyê stranên Kurdî gotin, karkerên Îngîlîz bi lêdana çepikan piştgirî dan Kurdan.

Sendîkayên ku piştgirî didin pêngava azadiya Abdullah Ocalan, li berstûyê xwe yê çepê nivîsên "Ji Ocalan re Azadî” daliqandin. Karkeran di meşê de dirûşmên azadî û wekheviyê berz kirin, komên muzîkê dîmenên rengîn derxistin holê.

Meş li Qada Şehîdên Tolpûddleyê bi dawî bû. Rêveberên sendîkayan axivîn.

Serokê Giştî yê Kongreya Sendîkayan (TUC) ku li Îngilistanê 48 sendîkayên wê hene û nûnertiya 5,5 milyon karkeran dike, Matt Wrack axaftina dawî ya mîhrîcanê kir. Matt Wrack beşdarbûna bi coş a gelê Kurd silav kir û got: “Îro gelek Kurd beşdarî çalakiyê bûn.  Ez bixêrhatina wan dikim û têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û edaletê teqdîr dikim.”

Silavkirina Wrack a ji bo Kurdan li qadan bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Piştî axaftina Wrack hunermend û komên muzîkê derketin ser dikê û stran gotin. Kurdan li qadê li def û zirneyê govend gerandin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.