Têkoşîna Andok dewam dike

Şemî 1 Nîsan 2023 - 00:53

  • Malbata şehîdê înternasyonalîst Andok Cotkar, li Qamişloyê di merasîmekê de got, ew ê hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

MÛSTAFA ÇOBAN/ANF /QAMIŞLO

 

Şervanê înternasyonalîst ê Elman Andok Cotkar (Konstantin) di Cotmeha 2019'an de di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî hate şehîdkirin. Malbata Andok Cotkar serdana Qada Şoreşê ya Rojava kir. Malbat li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her qada ku zarokê wan Konstantîn gav bi gav lê têkoşiya bi kêfxweşiyeke mezin geriya. Malbata ku gelê herêmê jî eleqeyeke mezin nîşanî wan da, serdana gelek malbatên şehîdan kir. Komên çand û hunerê jî ji bo malbatê li Pargîn a li qada Koçerat a bajarê Dêrikê çalakiyek lidar xistin.

Malbata ku di 21'ê Adara 2023'an de li Kobanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû, diyar kir ku têkoşîna li vê derê tê meşandin doza ji bo mirovahiyê ye û zarokê wan Şehîd Andok jî ev yek ispat kiriye. Malbatê li her devera ku serdana wê kir, peyama bilindkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên qetilkirinê yên dewleta Tirk û hesabpirsînê da.

 

Şehîdan bi bîr tînin

Konstantîn ji bo tevlî nava şerê li dijî DAIŞ'ê bibe beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Konstantîn bû Heval Andok Cotkar. Konstantîn ji bo çûyîna şerê li dijî DAIŞ'ê malbata xwe amade nekiribû, biryara wî ji bo me şoq bû. Andok Cotkar li qada şer weke kedkarekî tenduristiyê xebitî. Andok tevî tabûra xwe li Minbic, Tebqa, Reqa û gelek bajarên din şer kir. Gelek caran birîndar bû, carekê jî bi zorê ji şehadetê rizgar bû. Kurê me, piştî şehadeta hevalên wî hîn bi xurtî li ber dijminên li Rojava rabû. Bi taybetî em şehîdên înternasyonalîst ên Mîchael Îsrael (Robîn Agirî), Ryan Lock (Berxwedan Gîvara), Nazzareno Tassone (Agir Ararat), Anton Leschek (Zana Ciwan) û Jack Holmes (Şoreş Amanos) bi bîr tînin. Em jî gelekî li ber her hevalekî Andok Cotkar ên şehîd bûn ketin."

 

Hurmetê ji gelê Rojava re

Bi saya zarokê xwe me Rojava nas kir. Me fêhm kir bê gel li vir çawa dijî, di bin dagirkeriya DAIŞ'ê, çeteyan û zilma dewleta Tirk de êşên bi çi rengî kişandiye. Me dît bê li hemberî her cûre gefê çawa bi îradeya xwe dijî. Me fêhm kir ku Andok Cotkar li şûna ku vala rûnê, ji bo piştgiriya tenduristiyê bide berxwedêran, ji bo li ber neheqiyê rabe, ji bo me serbilind bike çûbû. Piştî ku Tirkiyeyê di Cotmeha 2019'an de careke din êrîşî Rojava kir, andok tevî hevalên xwe tevlî berxwedanê bû. 19'ê Cotmeha 2019'an me agahiya herî nebaş a di jiyana xwe de girt, kurê me şehîd bûbû. Dema ku ew û hevalên wî birîndar bûn, Tirkiyeyê bombe lê barandibû û ew qetil kiribû. Rast e em li ber Konstantîn dikevin, bi hesreta wî ne, lê belê em ji parastina hêja ya gelê Rojava motîve dibin, piştgiriyê werdigirin. Em berxwedana wan fêhm dikin û hurmetê nîşan didin.

 

Dilsozê tekoşîna kurê xwe ne

Ji ber ku dewleta Tirk dest danî ser cenazeyê wî tirbeke wî nîne. Malbata Hêlîn Qereçox jî di heman rewşê de ye ku Qereçox di 2018'an de li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdxistin. Em zanin ku hîn gelek malbatên şehîdan nekarîn cenazeyên zarokên xwe veşêrin. Tirkiye cenazeyên şervanên şehîd kom dike. Divê Tirkiye bi vê zanibe ku dayik û bav ên van zarokan heta hebin wê ji bo avakirina tirba wan têkoşînê dewam bikin. Weke şopdarên Andok ji bo afirandina jiyaneke aram, ewle, serbixwe em ê li Elmanyayê têbikoşin. Berpirsyariya me ye ku em kujerên Konstantîn û hevalên wî darizînin.

Em spasiya te dikin Konstantîn ji ber ku tu bi me re bû. Tu yekî taybet bû, hevalekî baş bû. Tu yê her tim bi me re be. Em spasiya gelê Rojava dikin ji ber ku Andok qebûl kir û ew gelekî kêfxweş kir."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.