Têkoşer wê bi ser kevin
Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:10
- Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 10’an de dewam dike. Girtiyan ragihand ku ew ê teqez bi ser kevin. Xelkê Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo agahî ji Rêberê xwe bigrin li ser piyan bû.
Greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de di roja 10’an de ye. Girtiyên li Bloka A ya Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'yemîn a Amedê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şand.
Girtiyan bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan nêzî 25 salan e ku bi rengekî bêhiqûqî li Îmraliyê li girtîgeha yekkesî tê girtin û wan got, “Di nava pîvanên mirovahiyê û hiqûqa destûra bingehîn de rewşeke bi vî rengî nîne.” Girtiyan xwest ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan were rakirin, mafên wî yên destûra bingehîn werin naskirin. Bi dewamî girtiyan got, “Birêz Abdullah Ocalan ji bo biratiya gelan, ji bo çareserkirina krîz û şerê li Rojhilata Navîn û herêma em lê ne, xwedî roleke çareseriyê ye. Ji ber ku di pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an de pozê kesekî xwîn nebû. Ev bi polîtîkayên aştiyê û bi keda birêz Ocalan çêbû. Lê belê kesên alîgirên şer, xwe li vê pêvajoyê ranegirtin û dîsa şer dan destpêkirin. Ji wê rojê ve şer diqewime û dibe sedema gelek windahiyên aborî, civakî, siyasî û insanî.”
Em ê çalakiyan radîkaltir bikin
Girtiyan destnîşan kir ku ew dixwazin, dewlet li gorî feraseta "Vegera ji şaşiyê, başî ye" tevbigere û wan got, “Greva me niha bi dorê ye û her 10 rojan carekê, komeke cuda grevê dewr digire. Heger daxwazên me bi cih neyên anîn, çalakiyên me wê radîkaltir dewam bikin. Em dixwazin pêşî li mirinan, pêvajoya şer bigirin. Em bang li mirovên xwedî wicdan û saziyan hemûyan dikin da ku deng bidin dengê me. Em ê bi hev re bi mezinkirina çalakiya xwe teqez bi ser bikevin. Têkoşer wê bi ser kevin.”
Xelk li ser piyan bû
Li Behra Marmarayê pêr bi pileya 5.1 erd hejiyabû. Piştî ku nûçeya erdhejê belav bû, xelkê Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê daketin meydanan û xwestin rewşa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin. Xelkê navçeya Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist û xwest rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Meşê ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Meş li sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê PYD′ê Idrîs Mihemed got, “Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îrade û rûmeta me dike. Negirtina agahiyan ji Rêbertiyê, bi taybetî piştî erdhejê, me dixe nava fikran. Em ê nesekinin, em ê li meydanan bin heta agahiyekê ji Rêbertiyê bigirin, Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya gelên azadîxwaz dike.” Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
Xelkê Dêrik û herêma Koçerat ên kantona Qamişloyê jî meşiyan û wan got, xetera li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser “me” tevan e.
Meşê ji qada Azadiyê dest pê kir û ber bi sûka navendî ve çû. Meş li sûka navendî veguherî mîtîngî. Rêvebera PYD′ê ya Dêrikê Binefş Ebdo got, "Xetera li ser Rêbertiyê li ser tevahiya gelan e." Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" bi dawî bû.
Li bajarê Qamişloyê jî, Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê meşek organîze kir. Meşê ji çerxerêya Sonî dest pê kir û heta çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir. Di dema meşê de bang hat kirin da ku agahiyên derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de werin eşkerekirin. Di dawiya meşê de Hevseroka PYD´ê ya Qamişloyê, Menîce Heyder got, “Em agahiyeke lezgîn derbarê Rêber Apo de dixwazin, em qet rehet û aram nînin.” Meş bi slogana `Bijî Serok Apo` bi dawî bû.
Xelkê herêma Firatê jî bi vê armancê li Kobanê kom bû. Bi sedan kesî ji Meydana Jina Azad dest bi meşê kir û ew heta Dibistana Şehîd Seydo meşiyan. Di dawiya meşê de Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê, Arîn Kobanê got, “Li wir erdhejek qewimî. Em nizanin bandoreke çawa li Îmraliyê kir. Divê malbat yan jî parêzerên Rêber Apo tavilê hevdîtinê bikin. Divê em tavilê ji Rêberê xwe agahiyê wergirin.”
Herwiha Malbatên Şehîdan jî li Amûdê û Qamişloyê daxuyanî dan û wan xwest tavilê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin da ku derbarê rewşa wî û hevalên li gel wî de agahî werin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN