Teknîkê venaşêre û jê estetîkekê ava dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:59

Gava şêwekar resmekî li ser kaxizê yan jî li ser tuwalê çêdikin, gelek caran ji teknîkên matematîkê sûdê werdigirin. Hin ji van teknîkan jî sêgoşe û çargoşe ne. Yanî li gorî çargoşeyekê fîgûr tên bicihkirin, ev çargoşe yan jî sêgoşe yan jî xêzên diyagonol, piştî ku fîgûr tên bicihkirin û resm tê boyaxkirin, winda dibin yan jî şêwekar wan jê dibin. Lê şêwekarê Yewnanî Stelios Pupet van çargoşe yan jî çarçik û çargoşeyan jê nabe û li ser tuwalên xwe dihêle. Her wiha ew fîgûr û menzereyên ku disêwirîne jî bi van çarçikan çêdike û ji dêvla teknîkekê veşêre, ew li ber çavê bîneran dihêle.

Stelios Pupet bi van çarçikan estetîkeke weke pîkselan jî ava dike û her çiqasî ji rêûresmên kevn ên şêwekariyê sûdê wergire, ewqasî jî ji geometriyê îstifade dike.

Stelios Pupet ji bo karên xwe yên bi vî rengî dibêje; “Ez bi çarçikan dest bi resmekî dikim û ka di dawiyê de çi wê derkeve holê, nizanim. Ez hin fîgûran çêdikim û wan boyax dikim, hin caran jî tiştên çêdikim, diguherînim. Yanî planeke min ya teqez tine gava ez dest bi resmekî dikim. Her tişt di pêvajoya çêkirin û lêhûrbûna resmekî de teşe digire. Bi vî awayî hin hestên ku min ecêbmayî dihêlin jî derdikevin holê û ez ji vê hîsê gelekî hez dikim.” 

Îmajên nûjen ên xweşik şirove dike

Stelios Pupet bi van çarçikan kompozisyonên aram diafirîne û çarçikên wî ewqasî jî çavên bîner aciz nakin. Yanî wî bi hostetî ev çarçik di resmên xwe de helandine û xêzên çarçikan kompozisyonên di resman de ti carî xera nakin. Jixwe, rengên ku hildibijêre jî fîgûr û van çarçikan temam dikin.

Stelios Pupet, sala 1983’yan li paytexta  Yewnanîstanê, Atînayê hatiye dinyayê, li Dibistana Hunerên Bedew a Atînayê perwerde bûye û ew hîna jî li Atînayê dimîne û li wir diafirîne. Stelios Pupet derbarê îmajên xwe de jî dibêje; “Di berhemên min ên hunerî de babetên fîgûratîf serdest in û hin caran jî jinên ku bi nehênî hatine xêzkirin derdikevin pêş. Hin caran jî hewl didim rastiyê berevajî bikim û berê xwe didim xweza û heywanan. Esas, ez li ser îmajên nûjen û xweşik disekinim û dixazim wan bi awayekî din nîşanî xelkê bidim.”

ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.