Têkiliyên stratejîk

Sêşem 20 Cotmeh 2020 - 23:13

Şandeya ji Wezareta Karê Derve ya Swêdê peyama wezîra Karê Derve ya Swêdê gihand QSD’ê. Ji Fermandarên YPJ'ê Newroz Ehmed malavahiya hewldanên hikumeta Swêdê yên ji bo piştevaniya herêmê kir ku ev hewldan di warê siyasî, leşkerî û mirovî de ne.
Nûnerên ji Wezareta Karê Derve ya Swêdê gera xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî didomînin û bi saziyên Rêveberiya Xweser û leşkerî re dicive. Îro jî şandeya Swêdê li navenda fermandariyê ya Hesekê bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re rûnişt.
Şemiya borî şandeya Swêdê di deriyê Sêmalkayê re gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji serokê şandeyê û nûnerê Wezareta Karê Derve ya Swêdê taybet bi dosyaya Sûriyê ye Per Ornius, berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karê Derve ya Swêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Enstîtuya Aştiyê ya Ewrûpa Evîn Çetin pêk dihat.
Şandeyê di roja sêyemîn a gera xwe de piştî civîna bi Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re rûnişt. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehemd, berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah, berpirsê Têkiliyên QSD’ê Rêdûr Xelîl û hejmarek ji fermandarên meclisa fermandariya QSD’ê şande pêşwaz kir.

Ji ber dagirkeriyê xemgîn in

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyê kir. Serokê şandeyê û nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Ornius destnîşan kir ku ev şande piştî hevdîtina dawîn a Wezîra Karê Derve ya Swêdê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re pêk hat. Her wiha ji bo daxwaza wê ya gihandina peyama berdewama hevkarî û piştevaniya Swêdê bi herêmê jî ev serdan çêbû.
Ornius wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji serdana borî ya 2019’an hatiye guhartin. Ji ber ku hin herêmên ku min serdana wan kiribûn, îro di bin serweriya Tirkiyê de ne, ev jî mijareke xemgînî û mixabinî ye."

Hewldan ji bo têkiliyên stratejîk

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed jî der barê civînê de axivî û got: "Me di civînê de li ser berdewamkirina têkiliyên her du aliyan heta têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û parastina civaka navneteweyî ji xeteriya van çeteyan re axivîn. Me her du aliyan li ser rêbazên piştevaniya herêmê ji aliyên siyasî û leşkerî nîqaş kir. Her wiha li ser rêbazên pêkanîna çareseriyan ji çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên QSD’ê de û malbatên wan ên di kampên Rêveberiya Xweser de jî axivîn. Li ser çawaniya avakirina têkiliyên stratejîk ên dikevin xizmeta herêmê hatin nîqaşkirin. Li gel wê jî me behsa rewşa herêmê, diyaloga di navbera Kurd bi xwe de û diyaloga Kurd bi tevahî pêkhateyên dîtir re jî, kir."

Bi PYNK û ENKS re hevdîtin

Şandeya Siwêdê bi nûnerên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd re hevdîtin kir. Ji aliyên PYNK' Aldar Xelîl, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Sema Begdaş, Asya Abdullah, Mihemed Mûsa û Cemal Şêx Baqî di hevîdtinê de amade bûn.
Têkildarî civînê û girîngiya wê, sekretêrê Partiya Çep a Demorkatîk li Sûriyê Salih Gedo axivî û got, “Di civînê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Yekemîn diyaloga kurdî-kurdî û ya din girîngiya destekdayîna Swêdê ji bo herêmê di hemû astan de."
Tê payîn ku şandeya Swêdê îro jî serdana Ecumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bike.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.