Têkilî kuştina Narînê mela hate berdan

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 02:35

Meleyê gundê Çûlî yê ku bi çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina Narîn Guran de hatibû binçavkirin, piştî îfade da hat berdan.  

Lêpirsîna derbarê kuştina Narîn Guran a li gundê Çûlî ya bi ser navçeya Rezana Amedê ve berdewam dike. Meleyê gund ê ku bi çarçoveya lêpirsînê hatibû binçavkirin, piştî îfade da qereqolê hat berdan.  

Di lêpirsîna de barê Narînê de gumanbarê cînayetê Salîm Guran di 2’yê îlonê de hatibû girtin. Dayik û bavê Narînê, Yuksel û Arîf Guran jî di nav de 24 kes di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Duh jî gumanbarê cînayetê Nevzat Bahtiyar ku dibêje alîkariya Salîm Guran kiriye hat girtin.   

Bi berdana mele û girtina Nevzat Bahtiyar re hejmara binçavkiriyan ma 22 kes.  

Dihat payîn ku 22 gumanbarên di binçavan de îro sewqî Edliyeya Amedê bên kirin. Lê diyar bû ku dema binçavkirinê ya 22 gumanbaran 24 saet hatiye dirêjkirin û dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.