Têkilî bi welatên Ereban re heye

Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:30

Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed derbarê geşedanên li Suriyeyê, nirxandin kirin û wiha axivî:’’Sûriyeyî hêvî dikin ku pêşveçûnên baş çêbibin. Pirsgirêka azadiya ramanê, parastina rûmeta mirovan, rêveberiyeke piralî ku rastiya mozaîka civaka Sûriyeyê îfade dike, rojevên girîng in. Civata navneteweyî û dostên gelên Sûriyeyê li ser rejîma berê ceza ferz kirin da ku Sûriyeyî mafên xwe yên rewa werbigirin. Niha hinek ceza didomin, hinek jî hatin sivikkirin. Ev yek ji bo ku gelê Sûriyeyê ji nava kavilên şer derkeve û ber bi pêvajoya avakirina saxlem ve biçe, gaveke erênî ye. Em ne alîgirê cezayên aborî yên bi armanca terbiyekirinê ne. Divê gavên pêşîn ji bo piştevaniya pêvajoya veguhastina siyasî bên avêtin.

Siyaseteke durû heye

Îlham Ehmed derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk û nêzîkbûnên hêzên navneteweyî de jî wiha got:’’Dewleta Tirk li dijî sivîlan sûcên mezin dike. Welatiyan topbaran û bombebaran dike, demografiyê diguherîne, binesaziya herêmê û qadên jiyanê hedef digire. Lê me tu helwesteke zelal an jî tedbîrên pêşîgirtinê yên welatên rojavayî nedîtiye. Ev yek dirûtî ye û dewleta Tirk teşwîq dike ku siyasetên xwe yên dijminane bidomîne.’’ Derbarê mijara vegera koçberan de jî Îlham Ehmed ev nirxandin kirin:’’Her tim li ser maseya nîqaşên me yên bi hêzên navneteweyî yên weke NY, DYE û dewletên Ewropî re ye. Em dibêjin ku dagirkirina herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk ve, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û divê ev dagirkerî bê bidawîkirin, welatiyên bi darê zorê hatine koçberkirin bi awayekî ewle vegerin warên xwe. Lewma em bang li NYˋê, Koalîsyona Navneteweyî û rêveberiya nû ya Şamê dikin ku ji bo vegera van koçberan rola garantor bilîzin.

Me dosye radestî wan kirin

Îlham Ehmed derbarê dosyeya sûcên şer ên dewleta Tirk de jî ev agahî dan:’’Li cem me delîlên belgekirî yên der barê sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê de hene û me ev dosya pêşkêşî NY, rêxistinên mafên mirovan û dewletên xwedî bandor kirine. Têkildarî Bendava Tişrînê jî, me gelek caran hişyarî dane. Êrişên li ser bendavê wê bi xwe re karesateke jîngehî û mirovî bîne. Êrişên li ser navendên enerjiyê zirarê didin tevahî Sûriyeyiyan. Em bi hêvî ne êrişên li dijî herêmê bi dawî bibin da ku em dest bi diyalogên cidî yên ji bo avakirina Sûriyeya nû bikin. Wekî din li Şamê axaftina kujer û sûcdarên şer, ji bo vê rêveberiyê nîşaneyeke neyînî ye. Hin kes di lîsteyên reş de ne û destên wan di xwîna jinên siyasetmedar de heye. Yek ji wan kujerê siyasetmedar Hevîn Xelef e.

Siyaseta Emerîkayê ne zelal e

Derbarê siyaseta DYE ya rêveberiya nû de jî Ehmed wiha got:’’DYE, li hember Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hem di aliyê şerê li dijî DAIŞˋê hem jî piştgiriya îstîqrarê de xwedî gotin e. Lê em siyaseta Emerîkayê nizanin, dibe ku li gorî berjewendiyên jeosiyasî bên guhertin. Heta niha tu nîşaneyên eşkere yên guhertinê nînin. Têkiliya me bi hevkarên me yên navnetewî re ji bo piştevaniya doza me, didome. Di navbera me û rêveberiya heyî de nîqaş li ser gelek dosyayên tên kirin. Yek ji wan jî dosyaya girtîgehan e. Me îsbat kir ku dikarin şerê terorê bikin û rê li pêş jinûve birêxistinbûna DAIŞˋê bigirin. Derbarê rewşa girtiyên DAIŞ’ê, bi taybet cihên ragirtina endamên DAIŞˋê de, pêdivî bi demê, diyalog û alîkariyê heye. Têkiliyên me bi gelek dewletên Ereban re didomin. Çareseriya li Sûriyeyê bêyî hewldanên cîhana Erebî ne pêkan e. Mijara serdanan her tim di rojeva me de ye. Piştevaniya dewletên Ereb ji pêvajoya aştiyê û veguhastina siyasî ya Sûriyeyê re xwedî girîngiyeke mezin e. 

ANHA/EHMED MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.