Têkbirina dijmin di destê me de ye
Şemî 26 Mijdar 2022 - 00:15
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mîlad Mûnîr Mîro oxir kir. Li Til Temirê jî cenazeyê şehîd Mehmûd Îbrahîm El Hemîd bi merasîmekê hat veşartin.
Xelkê bajarê Hesekê, endamê Partiya Yekitiya Suryan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan beşdarî merasima oxirkirina şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd Mîlad Mûnîr Mîro (Qomo) bûn. Dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di 24`ê Mijdarê de li herêma hawizê Xabûrê ew şehîd bû.
Cenazeyê şehîd ji pêş Dêra Mar Cerces hat wergirtin û bi karwanekî bi dehan erebeyan ew bir goristana şehîdên Suryan-Asûr a li bajarê Hesekê.
Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, tenê wesîqeya şehadetê radestî malbatê hat kirin û di nav tilîliyên dayikan de cenazeyê şehîdî hat veşartin.
Cenazeyê şehîd El-Hemîd spartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd, di 23'ê Mijdarê de, di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Bi sedan kes li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê civiyan û tevlî merasîma cenazeyê El Hemîd bûn.
Merasîm li şehîdgeha Til Temirê pêk hat. Li ser navê malbatên şehîdan bavê nûçegihanê ANHA'yê Seed, Mihemed Seîd El Ehmed got, "Me ew rê da ber xwe ku li vê xakê bimînin û li ber xwe bidin. Me di heman demê de li vê xakê bi hezaran şehîd dan."
El Ehmed got, "Dijminê me tenê rêya berxwedanê ji me re hişt û têkbirina dijmin jî di destê me de ye."
Cenazeyê El Hemîd li ber dirûşmên "Şehîd namirin" hate veşartin.