Tehranê nekarî bi Jin jiyan azadiyê

Duşem 26 Îlon 2022 - 03:30

  • Çavkaniyên muxalefeta Îranê behsa qetilkirina 140 xwepêşanderan dikin. Hêzên rejîmê jî qebûl dikin ku tenê li Gîlanê wan 739 kes kirine nezaretê. Li gorî daneyên nefermî, di raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê de hêzên rejîmê bêhtirî 5 hezar kes kirine nezaretê.

Tevî gefên rayedarên Îranê, di roja 8’an de jî xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî şehîdkirina Jîna Amînî û bi doza azadiyê dewam kirin.

Li gorî dîmenên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, di roja 8’an (pêr) de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên ji rejîmê yên ji ber şehîdkirina Jîna Amînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên weke Tehran Welîesir, Ekbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehir, Saedet Abadî jî dewam kirin.

Di dîmenan de eşkere xuya dike û tê bihîstin ku xwepêşander bênavber dirûşmeya, ‘Jin jiyan azadî’ dibêjin. Vê sloganê di çaakiyên di destpêkê yên raperîna Rojhilatê Kurdistanê de li Sine hatibû gotin û piştre li seranserî bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û temamê Îranê belav bûbû. Piştî bi 10 rojan diyar e ku rejîmê nekarî zora vê sloganê bibe. Qet nebe dîmenên xwepêşandanên roja 8´an ên raperînê vê piştrast dikin.  

 

Li Rojhilat çalakî betal nabin

Li bajarê Sine careke din jî welatî daketin qadan. Tevî gulebarana rasterast a hêzên Îranê, xwepêşanderan dirûşmeya ‘Mirin ji bo dîktator’ got. Herwiha li bajarên Pîranşar, Mehabadê jî xwepêşandan hebûn.

Li bajarê Şino jî ku ji înê bi şev heta sibeha şemiyê beşek ji kolanên wê di destê xwepêşanderan de bû, gelek yekîneyên taybet ên polêsan lê hatine bicihkirin. Xeta înternet û peywendiyan hatiye birrîn. Li gorî çend çavkaniyan, pêngava binçavkirin û girtina xwepêşanderan li Şino dest pê kiriye. Dîmenên êrişên hêzên rejîma Îranê li dijî malên welatiyan ji Sine jî belav bûn. 

 

Li Gilanê 739 kes kirine nezaretê

Li gorî nûçeya ajansa Tesnîm ku agahiyên xwe dispêre fermandariya polêsan, hêzên ser bi rejîma Îranê tenê li bajarê Gîlanê 739 kes kirine nezaretê. Çavkaniyên muxalefeta rejîmê dibêjin, hêzên rejîmê li seranserê Îranê bêhtirî 5 hezar kesan kirine nezaretê.

 

140 kes hatine qetilkirin

Li bajarên Şîraz, Rezcan û Newşehîrê jî çalakiyên protestoyî doh û pêr hebûn. Li gorî çavkaniyên muxalefetê yên Îranê, xwepêşandan li 31 eyaletan herî kêm li 139 bajaran belav bûne. Heman çavkanî radigihînin ku 140 kes di raperînê de hatine qetilkirin.

Li gorî daneyên fermî yên ku rejîma li Tehranê lê mikur tê, heta niha di xwepêşandanan de 39 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Osloyê ye, roja Înê ragihand ku herî kêm 50 kes hatine qetilkirin.

Çavkaniyên muxalefetê diyar kirin ku li 21 cihan li Tehranê û li bajarên cuda di navbera pasdarên rejîmê, endamên îstixbarata ku bi cil û bergên sivîl tevdigerin, milîsên Besîc û ciwanan de şer qewimiye. Esas li gelek deveran ev hêz êrişê dibin ser xwepêşandanan. Dîmenên ku pêr bi şev belav bûn nîşan didin ku li Loristanê jî çalakî belav bûne.

 

Serokkomar gef xwar

Piştî ku Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ji civîna giştî ya li Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê vegeriya, bi riya telefonê peywendî bi malbata yek ji endamên hêzên leşkerî yê hatî kuştin re peyivî. Wî gef li xwepêşanderan xwarin û got, wî aliyên peywendîdar ji bo dawîlêanîna xwepêşandanan erkdar kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.