• DYE´yê bang li Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk a dagirker kir da ku li gorî agirbestê tevbigerin.

Pêr ajansa NorthPressê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî weşanê dike, da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyeke mezin dikin ku êrişî Minbic, Eyn Îsa, û Til Temirê bikin.

Ajans dibêje, çavkaniyên eskerî jê re gotine, "Amadekariyên ji bo êrişî Eyn Îsa bi destê Tirkiye û çeteyên wê cidî ye."

Çavdêriya Sûrî ya ji bo mafê Mirovan (SOHR) jî pêr dabû zanîn ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di nava meha bihurî de 7 hezar mirov li Eyn Îsa û gundewarên wê koçber bûne.

Di vê rewşê de QSD´ê bi Rûsyayê re ji bo misogerkirina agirbesta 9´ê Cotmeha 2019´an û ewlehiya rêya M4´ê li hev kir.

Piştî vê doh, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rêya sefareta xwe ya Şamê daxuyaniyek da û got, "DYE bang li aliyan hemûyan dike ku bi xwe sînordarkirinê tevbigerin, rewşê aram bikin û agirbesta Cotmeha 2019´an biparêzin, piştî şerê li nêzî Eyn Îsa û bombekirina ku 2 eskerên Tirk pêncşemê hatin kuştin."

Di bombekirina nêzî Serêkaniyê ya pêr de li gorî çavkaniyên cihî, 3 eskerên Tirk û 13 çeteyên dagirker hatibûn kuştin.

QAMIŞLO