• Aliyê parastinê doza tedbîrên awarte ji bo parastina nasnameya her çar aktîvîstan kiribû, ji tirsa dewleta Tirk û sîxurên wê.

Rojnamevan Bernhard Ott ji bo rojnameya Der Bund a Swîsreyî, bi pisporê Zanistên Îslamî yê ji Bernê Reinhard Schulze re peyiviye û ew dibêje, kesên ku ji doza pankarta “Kill Erdogan” tên dadgehkirin, di tehlûkeyê de ne.

Ev kesên doz li wan hatiye vekirin, di dema xwepêşandaneke li Bernê ya sala 2017’an de li gorî îdîaya dozgeriyê,  pankarteke li ser “Kill Erdogan” (Erdogan bikuje) nivîsandî hildane. Doza li dijî wan 18´ê Çile li Bernê dest pê kiribû û polês destwerdabû xwepêşandaneke piştgiriya bi van 4 kesan re. 

Aliyê parastinê doza tedbîrên awarte ji bo parastina nasnameya her çar aktîvîstan kiribû, ji tirsa dewleta Tirk û sîxurên wê. Lê gava xebatkarekî ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk li hola dadgehê xuya bû, êdî diyar bû ku tehlûke cidî ye.  

Reinhard Schulze dibêje, biryara dadgeha Bernê wê ti zerareke mezin nede kesên tên dadgehkirin, lê belê dewleta Tirk û parazvanên wê dikarin: “Du sê kesên amade ne şidetê bi kar bînin, bes in. Ew dibêje, tedbîrên parastina nasnameya van kesan di cih de ne, lê belê bi ya wî ew zêde jî bi tesîr wê nebin: Îstîxbarata Tirk MÎT wê rê û derfetên diyarkirina nasnameya van kesan peyda bike.”   

Jixwe xebatkarê ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk bi tweetekê, her 4 kesên tên dadgehkirin weke terorîst bi nav kiribûn. Li ser zexta dadgehê wî ev guherandibû, lê çawa? Wê jî Reinhard Schulze vedibêje: ‘’Pêşî wî li şûna gotina terorîst, endamên rêxistina terorîst nivîsî. Paşê ew jî jê bir û li şûna wê nivîsî, terorîstên PKK´ê xwepêşandan organîze kiribûn, nivîsî. Her bi çi rengî be, bikaranîna vî zimanî ji bo tevahiya Tirkan, zelal e.”

Reinhard Schulze îdîa dike ku doza li Bernê bi temamê elaqedarî siyaseta hundir a dewleta Tirk e: “Doz bi temamî elaqedarî siyaseta navxwe ya dewleta Tirk re elaqedar e. Swîsre tenê forumeke ji bo vê.”

BERN