Tecrîda 26 salan binpêkirin e

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 02:50

Parêzer Aynûr Paşa da zanîn ku tecrîda giran a 26 salan a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e û got:"Hêviya me ew e ku Birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."

Parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê ya li ser Rêber Apo axivî. Aynûr Paşa anî ziman ku Rêber Apo gelên dilxwazê azadî û demokrasiyê temsîl dike û got, "Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîdek li dijî gelan e."

Aynûr Paşa destnîşan kir ku li gorî qanûnên dewletan ên têne guhertin, mafê girtiyekî cezayê muebbetê lê hatiye birîn heye ku careke din bê darizandin, sûdê ji mafê hêviyê werbigire û ragihand ku şert û mercên giran ên tecrîdê bi ti awayî hukmê xwe yê hiqûqî nîne.

Mafê hêviyê

Di dewama axaftina xwe de Aynûr Paşa bal bir ser hevdîtinên dawî yên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û got, "Krîzên li Rojhilata Navîn û nexşerêya Rojhilata Navîn a ku hewl tê dayin ji nû ve bê xêzkirin, rewşa Tirkiyeyê krîtîk dike. Mirov dikare axaftina Devlet Bahçelî jî weke sedema ji vê rewşê re nîşan bidin. Lê belê yên ku vê daxwazê dikin divê baş zanibin ku danîna şert, bazarî li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku li gorî hiqûqê dem hatiye ku Birêz Ocalan sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Yê ku mafê hêviyê taloq dike û hewl dide ji rojevê derxîne Tirkiye bi xwe ye. Lewma danîna şert û bazarî ji xwe tê wateya dijberiya li hiqûqê. Sedema herî girîng a rûdana rewşa heyî têkoşîna hevpar a 'Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ye' ku li cîhanê deng veda. Gelê Kurd û dostên wan bi têkoşîna xwe ev asta heyî afirandin. Eger mirov bînin bîra xwe ku tecrîd hîn nehatiye rakirin, hingî hevdîtinên ku hatine kirin nîşan didin ku Tirkiye di bin zextê de ye."

Hêvî azadiya fîzîkî ye

Aynûr Paşa da zanîn hêvî azadiya fîzîkî ye û wiha got:"Pêvajo bi înîsiyatîfa Birêz Ocalan dimeşe û weke ku di 7 xalên hatin pêşkêşkirin de hate dîtin, Birêz Ocalan ji çareseriyê re amade ye. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn, afirandina jiyaneke wekhev bi paradîgmaya Birêz Ocalan dibe. Li gorî gotinan, di 15'ê Sibatê de wê Birêz Ocalan daxuyaniyekê bide. Her kes li benda vê daxuyaniyê ye. Tirkiye heta niha di asta ku tê hêvîkirin nêzîkatî li rewşê nîşan neda û helwesteke şênber nîşan neda ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike yan na. Piştî vê daxuyaniyê wê nêta wan diyar bibe. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke ji dil heye. Birêz Ocalan bi hemû hêza xwe alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê ye, hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Hêviya me ew e ku Birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."

ANF/ QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.