Tecrîd û Berxwedan

Nûçeyên Forum

În 22 Çile 2021 - 02:21

MELE ELÎ SPÊRTÎ

 

Rêber Apo Îbrahîm Xelîlê hemdem e. Li pey heqîqetê ketiye û li hemberî Nemrûdên hemdem rabûye. Vêca, çawa nemrûdên wê demê Îbrahîm Xelîl avêtin nava agirî û xwestin bişewitînin, xwedayê cîhanan got, "Ya narû, kunî berden we selamen 'ela Îbrahîme". Yanî gote agirî, tu li ser Îbrahîmî hînik bibe û bistirîne. Edî agirî nekarî Îbrahîm bişewitîne. Îbrahîm bi ser ket û Nemrûd pûç bû. Demê nemrûdên hemdem Rêber Apo avêtîn dojeha hemdem a Îmraliyê, zincîreke ji heftê xelekên agirî ji keç û xortên şoreşger, xwe li dora Rêber Apo kirin sîper û ew parastin. Dîsa tecrîdkirina Rêber Apo û hevalên wî, tecrîdkirina Hezretî Muhemed (SES) û malbata wî di dema  Ebû Cehil û Ebû Leheban tîne bîr amirovan; hingê sê salan tecrîd danîn ser wan û her tişt ji wan birrîn.

Gelo çima emperyalîzm, dagîrkerî û kevneperestiya cîhanê li hemberî Rêber Apo bûn yek û ew dîl girtin û avêtin girtîgeha Îmraliyê? Bersiv li gorî min ev e: Lewra Rêber Apo lêgerîna heqîqetê ya Hezretî Îbrahîm, hedara Hezretî Eyûb, wêrekiya Hezretî Mûsa, felsefa Hezretî Zerdeşt, humanîzma Hezretî Manî, îfeta Hezretî Îsa, tolhildan û tekoşîna Hezretî Muhemed (SES), wekî din zanista Nehro, Marks, Lenîn, Mao Zedung di kesayetiya xwe de civandin û zanîsteke nû afirand. Li dijî hegemonya împeryalîzma nûjen, demokrasiya nûjen, li dijî kevneperestiya ol û baweriyan, ol û baweriya rewanî ya rast, li dijî dagîrkeriyê û nijadperestiyê xweseriya demokratîk, li dijî netewedewletê demokrasiya konfederal, li dijî şer aştî, li dijî dijberi û jêkvebûnê hevgirtin û bi hev re jiyan pêşniyaz kirin û di nav civakan de bi pêş xistin. Felsefeyeke nû û bîrdoziyeke nûjen afirand û bi vê boneyê bû armanca van hêzên navbirî. Wan Rêber Apo dîl girt û ew avêtin hepsa li girava Îmraliyê. Û niha jî deshilata dewleta tirk bi yarmetiya wan tecrîdê datîne ser Rêber Apo û rêhevalên wî.

Belê ev sitem û dek û dolabên ew dikin, li ber şoreşa bi serkêşiya Rêber Apo, nabin asteng. Berevajî wê, bêhtir wî û şoreşa wî bi dinyayê didin nasîn û belavkirin. Lewra şoreşa bi felsefe û ramanên Rêber Apo bi pêş dikeve, ji şoreşeke neteweyî û bîrdozî zêdetir dişibe şoreşeke pêxemberwarî. Neasim dirûvê şoreşa Îslamê pê dikeve û kesayeta Rêber Apo jî dişibe kesayeta Hezretî Muhemed (SES). Lewra dema nîvgirava Erebî di hêla nezanîn, tuxmperestiya xwe de gihabû asta herî ketî, Hezretî Muhemed (SES) ji nava wî gelê ketî rabû û li hemberî nezanîn û tuxmperestiya wan tekoşiya, ew nezanîn û tuxmperestî ji holê rakir. Ev bawerî heta bi Çîn û Balkanan çû û hat hembêzkirin, û niha jî bi milyaran mirov bi vê baweriyê dijîn. Her du împeretorên demê (Bîzans û Fars) hilweşiyan û Hebeşistanê xwe sipart Îslamê.

Her çendî îro Rêber Apo û hevrêyên xwe girtî û dîl in, lê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo li her çar hêlên dinyayê heta bi Efrîka û Awusturalyayê belav bûne; her kes wan dixwîne û hemû mirovên xwedan wijdan hawêj dikin û dibin peyrewên Rêber Apo. Lewra Rêber Apo jî mîna Hezretî Muhemed (SES) ji nava gelê bindest, nezan, hejar, parçekirî û ji herêma Ruhayê ya warê pêxemberan rabû û dest bi vê tekoşînê kir. Dîsa du dewletên mezin ên hegemonîst ên dixwazin  dinyayê li xwe parve bikin, hene. Û kevneperestiya ol û baweriyên sexte jî heye. Vêca Rêber Apo û hevrêyên xwe li her cih û warî berxwedaneke bêhempa dikin; nexasim di zindanên dagirkeran de. Ev berxwedan, weke berxwedana Kawayê Hemdem e, gava li zindana Amedê digot berxwedan jiyan e. Dîsa dimîne, dişibe berxwedana Bilalê Hebeş, Sumeya dayka Emir; wan di bin azara sitemkaran de hingê digot, ehed ehed; yanî [Yezdan] yek e yek e. 

Ha li ser bexwedanê Xwedayê cîhanan gelek ayet di Qurana Kerîm de dabezandine. Di ayetekê de wiha dibêje: "Welenebluwenekum bî şeyîn mîn el xewfî wel coî we neqsîn mîn el emwalî wel enfosî we semeratî febeşîrî sabirîne", yanî "Em ê we taqî bikîn bi tiştek ji tirsê, ji birsê û kêmkirina malî û nefsan û fêkî, vêca mizgîniyê bide berxwedêran. Fêkî yanî zarokên we. Yanî Yezdanê mezin dibêje pêxemberê xwe Muhemed (SES) mizgîniya serketinê bide mirovên berxwedêr. Ez bawer dikim, ev mizgînî ji berxwedêrên zindana û gelê bindest ê berxwedêr re jî dê bê û tecrîdkirina Rêber Apo û hevrêyên wî dê bişkê. Berxwedan jiyan e, gotina Yezdanî ye, lewra Yezdan dibêje "Înelahe mee sabirîn" yanî Yezdan li gel hedarkêş û berxwedêran e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.